Zehra TUNÇ
Ji 11 jinên Tûnisî yên serî li hemberî pergala deshilatiya mêran ya ji nedîtî ve li hebûn û xebata jinan dinêre heta jinên Efxanistanê yên li hemberî tarîtiya Talîbanan rojane di nava çalakiyan de ne, hêviya yekgirtina têkoşîna jinan her ku diçe mezintir dibe. Her jin li înat û serhildêriya van jinên bi cesaret dinêre ew jî êdî zilma li ser tê meşandin napejirîne û dengê xwe tevlî deryaya dengên jinan dike.
Li hemberî vê tevna yekgirtin û yekrêziya jinan êrîşên deshilatiya mêrsalar bi kuştin, xeniqandin, destdirêjî û şidetê dewam dike. 5’ê Îlonê li Hesekê ya bakûr û rojhilatê Sûriyê zaroka 13 sali ya astengdar rastî êrîşê hat, 7’ê mehê jî cenazeyê jinekê li Kelara başûrê Kurdistanê xeniqandî hat dîtin. Weke van rojane agahiyên kuştin û şideta ser jinan tên parvekirin, careke din jî nikarin bi ti şêweyî perdeya tirsê li ser jinên çavê wan bi sitêrkên hêviyê ketîn de bigirin û wan binixumînin. Ew dewre çû û nema vedigere, bila xwediyê zilmê êdî hêvî neke ku bikare careke din jinan di binê nîrê koletiyê de bigire.
Dozaja zilmê çiqas bilind bikin jî êdî bi pêşengiya jinan gelan rêya diçe ronahiyê dîtiye û jê veger ne gengaz e. Jinên li ser koka xwe ya qedîm her dem girêdana axê weke şêwaza nefesgirtinê dîtine, di koç û koçberiyan de êşên mezin jiyane, bi gerdûnîkirina têkoşînê re li xwe û axa xwe vedigerin û hîn zêdetir gavên mayînde davêjin. Herî baş ew qîmeta axê dizanin û bi çavê xwe dîtine mirovê bê ax an jî axa xwe dihêlin serçemandî û ji koka xwe qetiyayîne. Ji ber wê jî vegera li xwe û axa xwe weke îbadetê dibînin.
Jinên li hemberî tarîtiya çeteyên DAIŞ’ê çek rakirin û fermandarî ji eniyên berxwedanê re kirin hêviyên hemû jinên şidetê dibînin û dibin zilêm de tên perçiqandin geş kirin. Bi serkeftina keleha berxwedanê Kobanê re ev hîn zêdetir şênber bû ku ne xeyal e rastî bixwe ye. Careke din şênber bû ka jin çiqas bihêz e û dikare serkeftinên mezin bi dest bixe. Jinên çarçevên reş ji ser xwe davêtin û dişewitandin bi hesreta rizgariya ji koledariya hezarî salan şervanên Yekîneyên Parastina Jinê YPJ’ê himbêz dikirin. Ew himbêzkirin ewqas ji dil û watedar bû ne gengaz bû nekeve ber kadrajên wênekêşan û neyên dîtin. Jinan bi wan çarçefan re tirs û perdeya zilmê avêtin. Bi hêrseke wisa avêtin ku careke din lê veger nebe û bi çavên xwe nebîne.
Bi hêviyên serfiraziyê jin di nava şoreşa jinê de xeyalên xwe pêk tînin. Ji tevna çandiniyê ya ji keziyên kesk dest pê dike pey re jî xwe li hemû şitilgeh, bax û bostanên gundewarê di binû banê rêveberiya xweser de gerandiye, heya komûnên dendika bingehî ua civakê rêxistin dikin û xwînê li giyanê civakê digerînin pêşengî dibin serweriya jinê de ne. Her destê ku dikeve nava vê tevnê bedewiyekê lê zêde dike û rengê xwe tevlî rengê gelemperiya şoreşê dike. Ji ber wê ye hemû xebat bi kombûna fikir û rengîniya keda destan dewlemend, mayînde û bedew dibe.






