Rojnameya Ronahî

Bila Ereb jî hînî Kurdî bibin

Biharîn: Min bi navê ‘Çawa em bi Kurdî biaxivin’, berhemek nivîsî û wê di demeke nêzîk de bê çapkirin. Armanca min ji vê pirtûkê ew e ku derfetekê ji Ereban re çêkim, ku ew jî fêrî zimanê Kurdî bibin.

Helbest, hunerê vegotina dilînî û hiş e. Helbest şêweyeke vegotina wêjeyî ye ku bi sembolên dewlemend û bi dengên ahengdar tê honandin. Di helbestan de bîrxistin, nîqaş û feraset cihên girîng digirin. Helbest heqîqetê bi texeyûlan bi lêv dike. Keça Efrînê Biharîn Mihemed ya 16 salî ji gundê Xelîlaka yê ser navçeya Bilbilê ya Efrînê, jî heqîqeta xwe bi helbestan îfade dike. Biharîn niha bi malbeta xwe re bûye penaber li gundê Til Qireh yê kantona Şehba ye. Ya herî zêde hişt ku Biharîn binivîse, dûrketina ji ax û cihên xwe yên resen, Efrînê e. Em li ser wê û helbesta wê bi Biharînê re peyivîn. 
 
Rola Yekîtiya Rewşenbîran 

Biharîn destpêkê balê dikişîne ser cara pêşî ya ku wê dest bi nivîsandina helbestan kiriye û wiha dibêje, “Dema ku min destpêkê rahişt pênûsê, min nizanibû ezê çi binivîsim û ezê derbarê kîjan mijarê de binivîsim. Mijarên ku min dinivîsandin, li ser êş û kêfxweşiyê bûn. Dema ku ez di refa 8’an de bûm, meraqên min li ser xwendina pirtûk û helbestan hebû, min bi demê re xwendina helbestan pêş xist. Piştî ku em ji Efrînê koçber bûn, Yekîtiya Rewşenbîran li Şehbayê hat vekirin, min berê xwe da Yekîtiyê bi armanca pêşxistina pîşeyê xwendin û nivîsandina helbestan. Mamosteyên Yekîtiya Rewşenbîran bi min re bûn alîkar û piştgiriya min kirin da ku pênûsa min berê xwe bide nivîsandina helbestan. Dema Yekîtiya Rewşnebîran dewreya perwerdeya xurtkirina zimanê nivîsandina helbestan vekir, ez jî beşdar bûm, ji ber xwesteka min ew bû ku xwe di milê nivîsandina helbestan de pêş bixim.”
 
‘Çawa em bi kurdî biaxivin’

Biharîn dibêje, min berhemek nivîsand, ew jî kurtepirtûk e û bi Erebî û Kurdî ye. Pirtûk bi navê ‘Çawa em bi kurdî biaxivin’ e û nivîsandina vê pirtûkê nêzî salekê kişand. Wê di demeke nêzîk de bê çapkirin. Armanca min ji vê pirtûkê ew e ku derfetekê ji Ereban re çêkim, ku ew jî fêrî zimanê kurdî bibin. Ji bilî nivîsandina helbestan ez di çandê de di beşa şanoyê de jî kar dikim. Ev 4 sal in di koma şanoyê de cih digirim. Min dît ku şano çavê civakê yê nû ye û bi şanoyê mirov peyamekê digihîne civakê bi taybetî digihîne zarokan. Di şanoya bi navê ‘Poşmaniya Rovî’ de min jî rol girt.“
 
Dev ji pênûsa xwe bernedin

Biharîn bang li her kesî dike û dibêje, li hestên xwe xwedç derkevin. Banga min li keçan hemûyan e ku li hest û helwêstên xwe xwedç derkevin û di çand û hunerê de beşdar bibin da ku li helwêst û meraqên xwe xwedç derkevin. Hêviya min ji bo wan ew e ku dev ji pênûsa xwe bernedin û ji her milî ve xwe xurt bikin. Piraniya helbestên min li ser welat û li ser warê zeytûnam Efrînê û dûrketina ji wê hatine nivîsandin.

Ozgûr Polîtîka