Rojnameya Ronahî

ÇAVKANIYA AMÛRÊN MÛZÎKÊ

Hediya HISÊN-Qamişlo

Derbarê tembûr û amûrên mûzîkê de gelek nerîn hene. Li gorî hin nêrînan çavkaniya amûrên mûzîkê Mezopotamya ye. Berî derketina amûrên mûzîkê, dengê mirovan hatiye keşifkirin. Dengê mirovan jî bûye bingehê dîtina amûrên mûzîkê.

 Amûrên mûzîkê çawa hatine dîtin

Ji dengê xwe mirovan xwestiye amûrên mûzîkê çêkin. Piştî bikaranîna dengê mirovan weke teqlîdkirina dengê xwezayê dar, av û sewalan amûrên mûzîkê hatine çêkirin. Amûrên yekê yên ku hatine çêkirin amûrên pifkirinê ne. Dibêjin ji qiloçê sewalan hatine keşifkirin. Dema ku pifî qiloç dikin dibînin ku dengekî nû jê derdikeve. ev deng ji mirovan re dibe mereq. Pişt re pifî qamîş dikin. Dibînin ku dengekî nû jê derdikeve. Ji van amûran dengên cuda derxistine. Amûrên mûzîkê ne bi zanebûn, xwezayî hatine dîtin û çêkirin. Ji qiloçê sewalan û qamîşan dest pê dike û pişt re dibe bilûr, zirne, kilarnêt û hwd. Amûrên weke kemanê û kemançeya kurdî destpêkê ji dûv û rûviyên sewalan hatine çêkirin. Tembûr jî ji kundir çêdikin. Dibînin ku dengek jê derdikeve. Destekî bi kundir ve girê didin û bi destan dengekî cuda jê derdikeve. Ti kes nikare teqez bike ka çawa amûrên mûzîkê hatine dîtin. Çimkî di wê demê de nivîsandin nîne. Li ser keviran amûr xêz kirine. Çawa hatine dîtin ti kes nizane. Bi lêkolînên dehê salan çavkaniya çêkirina amûrên mûzîkê hatiye naskirin, lê ew dîtin jî biguman in.

Dîtina tembûrê û girêdana gelê kurd

Bêguman tembûr jî ji xwezayê çêbûye. Amûrên girîng û xwedîdîrok li Rojhilata Navî ne. Di nava gelê Kurd de mûzîk binavûdeng e. Destpêkê Kurdan jê re gotiye berzik. Bi gelek navan hatiye naskirin. Sumeriyan jê re gotiye qenûr, Kenaniyan jê re gotiye qîsara, Yunaniyan jê re gotiye bandor, Qoqazan jê re gotiye bantorî û di demên dawiyê de Kurd û Ereb jê re dibêjin Tenbûr-tembûr. Dengê ji têlên tembûrê derdikeve ji dengên amûrên mûzîkê tevan cudatire e. Niha jî tembûr ku herî zêde li Rojhilata Navî tê bikaranîn tembûra Xeresanî û Bexdadî ye. Li gorî tê zanîn ji kundir û pora keçikan tembûr hatiye çêkirin. Biskên porê bi kundir ve dikin û dibînin dema ku destê xwe lê dixin dengekî cuda jê derdikeve. Destpêkê 7 perdeyên tembûrê hene. Sedemên ku heft perde ne, nayê zanîn lê di gelek efsaneyan de jimara 7an hatiye bikaranîn. Pişt re kirine 14 û 24 perde û jê jî baxleme hatiye çêkirin. Jê jî gelek amûrên weke gîtar, tar, sêtar û ûd çêbûne. Dayîka wan tembûra kurdî ya 7 perde ye. Tembûra Core jî heye ji dara gûzan tê çêkirin. Destiyê wê kurt e û ji 4 piciqan û têlan pêk tê û 14 perdeyan. Ya herî zêde ku weke tembûrê ye ew e tembûra core ye.

Her milet û bi amûrekî tê naskirin. Mînak gelê Ereb bi ûdê tê naskirin. Kurd jî bi tembûrê hatine naskirin. Dengê tembûrê nêzî dengê Kurdên li çiyê ye. Ji hingê ve tembûr nas kirine û heta roja me ya îro bi kar tînin. Piraniya malên Kurdan tembûrek lê heye. Lê ji ber pêşketina ku li cîhanê çêdibe, tembûra kurdî ya resen jî hatiye guhertin. Kurdên rojhilat û Yarisan heta niha bi kar tînin û jê re dibêjin Temîre. Li Efrînê jî bi awayekî kêm tê bikaranîn. Herwiha tembûrvan Ehmed Ceb ku ji Kobanê ye amûrkî din çêkir ku ew jî weke tembûrê ye, lê bi dengê xwe hinekê cuda ye û jê re dibêjin Bênav. Gelek j hunermendên Kurd bi mûzîka tembûrê hatine naskirin. Bi tiliyên xwe giyanê tembûra kurdî diparêzin.