Rojnameya Ronahî

Bexçeyên zarokan

Navenda Nûçeyan-Qamişlo

Li bakur û rojhilatê Sûrî, ji ber pirbûna jimara jinên karker, bexçeyên zarokan ji bo wan bûne pêdiviyên bingehî. Lewra ev baxçe hem giraniya li ser wan sivik dikin, hem ji bo zarokan cihên ewle ne.

Dema dayîk ne li malê be pêdiviya zarokan bi lênêrînê heye. Li bakur û rojhilatê Sûriyê ji bo alîkariya jinên karker di hundirê hin sazî û dezghan de bexçeyên zarokan hatine vekirin. Li bajarê Qamişlo û gundewarê wê 4 bexçe girêdayî Weqfa Jinên Azad in, 6 girêdayî Desteya Jinan û nêzî 20 bexçeyan girêdayî Desteya Perwerdeyê ne.

Ev baxçe pêşwaziya zarokan ji temenê 3 heyvan heta sê salan dike. Ev jî ji jina kerker re çareseriyeke baş e ku bi rehetî karê xwe diqedîne. Derbarê zarokên sêsalî heta şeşsalî de jî baxçeyên taybet hene ku zarokan fêrî jiyana hevbeş û xwendinê dikin.

Derbarê mijarê de rêvbereiya baxçeyên zarokan ya Weqfa Jina Azad Rûken Xişo got, ji bo pêşkêşkirina alîkariyê ji jinên karker re, rakirina zextê li ser wan û ji ber ku jin ji zilam pirtir berpirsyariya zarokên xwe hildigire, li bajarê Qamişlo çar baxçeyên zarokan bi navê Baxçeyê Arî me vekirine. Ev baxçe pêşwaziya zarokên sêsalî heta şeşsalî dikin.

Rûken diyar kir ku bi lêçûneke hindik baxçe pêşwaziya zarokan dike. Bi 3 hezar lîreyên sûrî baxçe pêşwaziya zarokên sêheyvî heta yên sêsalî dike. Bi 20 hezar lîreyên sûrî baxçe pêşwaziya zarokên 3 salî heta 6 salî dike. Hebûna baxçeyên bi vî bihayî di warê aborî de jî alîkariya jinê dike. Herwiha ji dema ku jin dest bi kar dike heta ku diqedîne zarokên wan li baxçe ne.

Derbarê perwerdeyê de Rûken da zanîn ku minhaceke teybet nîne. Lê bi çalakiyan, exlaq, çand, rêz, jimara, tîp, tenduristî û adatên civakî tên fêrkirin.

Di dawiyê de Rûken Xişo diyar kir ku di encama baxçeyan de çalakiyên şano yên di warê çand û dîrokê de li dar dixin. Herwiha da xuyakirin ku zarokên vî temenî bi hûnerê perverdekirin pir girîng e û malbatên zarokan jî bi pêşkeftina zarokên xwe keyfxweş dibin.