Rojnameya Ronahî

Sala nû ya xwendinê bi keyfxweşî û hêviya serkeftinê hat pêşwazîkirin

Navenda Nûçeyan-Qamişlo

Li bakur û rojhilatê Sûrî 12ê Îlonê sala nû ya xwendinê dest pê kir.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ragihand ku 2229 dibistan û 15969 mamoste ji bo sala xwendinê ya 2021-2022 amade ne. Herwiha 196723 xwendekar tevlî dibistanan bûne.

Hevsroka desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê Rohat Xelîl sala nû ya xwendinê li memoste û xwendekaran pîroz kir û diyar kir ku li hêviya saleke nû û serkeftî derbas bibe ne û wiha axivî: “Me gelek amadekarî ji bo sala nû kiriye. Mamosteyên baxçeên zarokan perwerdeya havînê derbaskirin û nirxandinên wan hatin qebûlkirin. Mamosteyên navî û amadekariyê li akademiya şehîd Egîd Çîlo hatin perwerdekirin. Herwiha ji bo xurtkirina xwendekarên refa 12an navend hatin vekirin. Ji bo pêşwaziya xwendekaran û parastina tenduristiya wan ji vîrûsa korona, Desteya Perwerdeyê bi alîkariya mamosteyan dibistan paqij kirin. Eger vîrûsa korona belav bibe û qedexe were ragihandin hin haziriyên me weke dayîna dersan di riya rûpelên medya civakî, kanala Rojava û komên whatsaapê re jê re hene. Eger qedexe qismî be berpisyarên paqijiyê li dibistanan hene û wêneyên danasîn û parastinê ji vîrûsa korona hatine amadekirin.”

Rohat diyar kir ku sîstemeke demokratîk û xizmeta civakê dike li dibistanan dimeşînin û axaftina xwe wiha domand: “Minhacên me bi ziman her sê pêkhateyên li bakur û rojhilatê Sûrî dijîn, kurdî,erebî û siryanî tê dayîn. Her pêkhateyek û bi zimanê dayîkê dixwîne.”

Rohat Xelil wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ya girîng di perwerdeyê de ew e ku zarok fêrî zimanê dayîkê dibin. Ziman nasnameya mirovan e. Bêguman dema xwendekar bi serbestî bi zimanê xwe diaxive û dixwîne pirtir tê afirandin û jîr dibe. Piştî refa çaran ji bilî zimanê Ingilîzî, xwendekar zimanekî ji zimanên pêkhateyan hildibijêre û dixwîne. Herwiha  îsal dibistanê pêşeyî yê di aliyê bazirganî, çandî û tenduristî jî em amade dikin û di demên pêş de wê werin vekirin.”

Derbarê mijarê de mamosteya dibistana Mihemed Selîm Xekef Xanê Îsa jî got, destpêka vekirina dibistanan bi alîkariya mamosteyan dibistan paqij kirin û komîteyên paqijiyê hazir kirin. Pirtûk li zarokan belav kirin û ji bo parastina ji korona vîrûs her xwendekarek di kursiyekî de dan rûniştandin.

Xanê girîngiya zimanê dayîkê da pêş û diyar kir ku ziman çand, exlaq û wêje ye. Kesê bi zimanê xwe nexwîve ew kes winda ye.