Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ma AKP diçe CHP tê?

15/09/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
4’ê Nîsanê, Roj Hilat!
Share on FacebookShare on Twitter

Amet Aktaş

Ev dîtin bi xurtî dikeve rojevê. Ji gotin, hewldan, helwest û gerên CHP’ê jî ev guman bihêztir dibe. Ji ber ku bi qasî CHP tê naskirin, ti caran weke niha bi curet û cesaret xwe nedaye pêş û ji bo rêvberiyê/hukûmetê daxwaziyeke xurt nedaye nîşandan.

Rewşa CHP û AKPê, divê mirov paralel bide ber hev û wisa bala xwe bidiyê, wê wextê wê pêşeroja wan baştir were dîtin.

AKP, hem li hundir hem jî li derve serberjêr diçe, çarenivîsa wê rojbiroj xerabtir dibe.

Li hundur, êdî sînor ji dizî, talan, lêdan, girtin, kuştin, derew, bêbextî, bêwijdanî, bêexlaqî û hwd. ji binpêkirina hemû rûmetên mirovayiyê re nemaye. Baweriya ti kesî nema bi zagon û edaleta dewletê tê. Ji ber ku biryara hemû tiştî bi yek kesî ve hatiye girêdan ew jî  Receb T. Erdogan e.

Ew jî, vê bêbaweriya gel dibîne û ji bo gel li dijî wî ranebe, bi tenê di destê wî de bikaranîna zora hêza dewletê maye.

Herwiha li derve jî, hevalbendên wî yekbiyek ji ser desthilatiyê tên xwarê. Mînak, piştî Mursi’yê Misrê, Umer Beşîr’ê Sûdanê, Raşid Xennûşî’yê Tûnisê (Nehda), Fayiz Sarac’ê Libyayê, Sadeddin Osmanî’yê Fasê (AKP) û hwd. ji desthilatî ketin yan jî hatin xistin.

Yekîtiya Ereban jî, di civîna wezîrên derve de li dijî Tirkiyê biryar girtin. Gotin, Bila Tirkiye dawiyê li provakasyon û destdirêjiyên xwe yên li bakurê Afrîka Libya, Suriye, Iraq û Rojhilata Navîn bîne!

Vê gavê R. Erdogan, hinekî hêviyê ji rewşa Efxanistanê dike. Ji ber ku weke dewlet bi tenê di destê wî de ev maye. Jixwe ji ber ku hema di despêkê de vê fersendê ji dest xwe bernede gelek hewl da û got “baweriya me û Talibanan mîna hev e ” û hwd. Lê hê ev derfet bi dest nexistiye.

Divê hevalbendê wî yê Kurdistanê jî neyê jibîrkirin; Malbata Berzanî! Lê hem ev û hem Talîban, bê destûra DYA’yê misoger nabe û nikare were meşandin.

Li aliyê din, hevalbendiya wî li gel Rûsya û Îranê jî weke dostayiya quling û rovî bû. Niha ew jî têk diçe. Ji ber ku hem li aliyê Derya Reş û hem li aliyê Suriyê, ji naçarî divê li gel NATO û DYA cih bigire.

Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Lavrov, ji niha ve nerazîbûna xwe li dijî dewleta tirkî diyar dike û dibêje, “Tirkiye li ser peymana ASTANA û SORÇÎ ya ji bo Idlibê nameşe”! Di encamê de hevalbendiya Tirkiye ya li gel Rûsya û Îranê jî berê xwe daye xerabûnê. Jixwe êrîşîn ezmanî û topbaran yên Rûsya û Rejima Şamê li ser Idlibê zêde bûne.

Lewma Wezîrê Parastinê Akar û Serokê Arteşê Guler bi lezgînî çûne ser sînorên Sûriyê û bi taybetî Idlibê, bi fermandarên leşkerî yên li wir re civiyan.

Mirov bala xwe dide van bûyeran, tengavbûna rêveberiya AKP-MHP’ê, aşkere diyar dibe. Herwiha hewldanên CHP’ê jî yên vê dema dawî balê dikişînin. Bi taybetî ew şandeya wan ya çûyî Bexda û Hewlêrê, herwiha dibêjin emê biçin Şamê jî, ev weke ku misyonek hilgirtibe ser xwe tê şîrovekirin. Ev çiraya kesk yan ji DYA yan ji YE standiye!

Paralelî vê, ligel ku Biden gotiye neyê jî, R. Erdogan wê 19-22’ê Îlonê biçe DYA’yê, beşdarî civîna giştî ya YN bibe! Pêşbînî ew e ku R. Erdogan, dixwaze biçe xwe bi rêveberiya Biden bide pejirandin yan jî “erê” ya wî teze bike! Ka gelo“erê” dibe para CHP’ê yan AKP’ê?

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.