Zekî bedran
Di mijara çareseriyê de Sûriye nikare pêş ve biçe. Gelên Sûriyê berdêlên giran dan. Welat birîdarekî giran e. Lê li ber çavan ti çareserî jî xuya nakin. Ji bo çareseriyê hewldanên rejimê yên cidî nînin. Tişta ku niha ji çareseriyê fêm dikin ew e ku vegerin berî 2011an stûxwarkirinê bi ser her kesî de bisepînin. Li aliyê din li pêşiya çareseriyê Tirkiye astenga herî mezin e. Lê ne asteng tenê ye, çavkaniya bêaramîbûn û geşkirina şer e jî. Li hin herêmên dagîr kirîn qirkirina neteweyî dike û xwe amade dike ku wan herêman bi ser welatê xwe ve bike. Herwiha li Idlibê jî parêzvaniya El Nusra dike. Ev herêm her tim çavkaniya şer in. Li wan herêman jî dewleta tirkî hêzeke mezin ya leşkerî bi cî kiriye. Di serrastkirina Sûriyê de wan weke kartekê di destê xwe de digire.
Tewleta tirkî herwiha di binê navê ‘Artêşa Sûriyê ya Milî’ de bi dehhezaran çekdar bi rêxistin kirine. Van çekdaran di dagîrkirina herêmên weke Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî de bi kar tîne. Weke din li hemberî rejima Sûriyê weke artêşeke duduyan di destê xwe de digire. Bermayiyên derdorên weke DAIŞê û El Nusra û ixwaniyan di nava vê hêza leşkerî de digire û wan vedişêre. Bi ixwaniyan rejimên welatên erebî tehdîd dike. Weke din van hêzên talanker û bipere dişîne welatên weke Libya û Azerbeycanê û tevlî şer dike. Ji bilî vê welatên Ewropa jî tehdîd dike. Bûye welatek ku terorê li dinyayê belav dike. Li seranserê Rojhilata Navî yek ji navendên krîz û mêtîngeriyê ye. Başûrê Kurdistanê her tim di binê bombebaran û dagîrkeriyê de ye. Baregehên wan yên leşkerî û dagîrkeriya wan zêde dibe. Çavê xwe berdaye herêmên weke Kerkûkê û dibêje Kerkûk bajarê Tirkmenan e. Bênavber sînorên Iraqê binpê dike.
Tirkiye li Sûriyê çawa wiha bibandor bû û dagîrkerî zêde kir? Sirf ne bi xwspartina Amerîka û NATO ev kir. Qada hewayî ya Efrînê di berpirsiyariya Rûsya de bû. Ku Rûsya bixwesta dikarî Tirkiyê rawestîne. Ji bo wê pêwîst nedikir pê re şer bike. Ku qada hewayî venekiribûya Tirkiyê nikariya dagîr bike. Lewra YPGê û gel li ber xwe dida. Her ku Rûsaya bi Tirkan re hevkarî kir di mijara Sûriyê de krîz kûrtir bû. Û niha Tirkiye li hemberî Rûsya bûye hêzeke hevsengiyê û vê bi kar tîne. Nûnerên Rûsya dembidem Kurdan û rêveberiyên wan yên xweser rexne dikin, heta sûcdar dikin. Weke din ji bo geşkirina tengezariyê dibêje, Amerîka dixwaze bi Kurdan dewletekê bide avakirin. Bi wî awayî Tirkiye û Sûriyê diazirîne. Ti faydeya van daxuyaniyan nagihe çareseriyê. Yek ji hêzên krîzê kûrtir dikin Rûsya ye. Divê Rûsya van kêmayiyên xwe bibîne û rast bike. Rûsya dest bi pêvajoyên Astana kir. Berî wê jî li Soçî civîneke Sûriyê ya berfireh çêkiribû. Eger em ne şaş bin di nava kesên vexwendî de ji Kurdan û herêmên xweser 120 kes hebûn. Ev nav gihatin Rûsya, lê roja dawî çiv dan xwe. Ev 120 kesên hatîn vexwendin gazî wan nekir û vexwendin betal kir. Ji bo betalirinê ti daxuyanî jî nedan rêveberiya xweser û heta roja îro jî sedema betalkirinê nehatiye diyarkirin.
Lê em dizanin ji ber ku Rûsya bi Erdoganê faşîst re li hev kir pişta xwe da Kurdan û rêveberiya xweser. Pişt re pêvajoya Astana dest pê kir. Pêvajoya Astana bi insiyatîfa Rûsya, Îran û Tirkiyê pêş ket. Astana bû eniyeke li dijî Kurdan û rêveberiya xweser. Kurd û rêveberiyên xweser, Cinêv jî di navê de ji tevayiya pêvajoyan hatin dûrkirin. Rûsya û Îranê rê vekirin ku derdorên bûyîn amûrên destê Tirkiyê û nasnemeya siyasî û mûxalefetbûnê winda kirîn, li ser xwsteka Tirkiyê tevlî hevdîtinên li Cinêvê yên têkildarî destûrê bibin.
Tirkiyê li Idlibê li hemberî Rûsya û Sûriyê şer da ber çavê xwe. Niha li wir bi zora xwe disekine û hêzeke mezin bi cî kiriye.
Heta ku Tirkiye li Sûriyê be çareserî nayê. Ji Til Rifet heta Minbijê û ji Til Temir heta Eyn Îsa her tim di binê êrişê de ne. Çawa ku tê dîtin her ku tawîz ji Tirkiyê re tên dayîn û her ku destûr bê dayîn ku destwerdanê li karê hundir yê Sûriyê bike, krîz kûrtir dibe û derfetên çareseriyê her ku diçe pirtir ji holê radibin. Ji bo wê rola herî girîng dikeve ser milê Rûsya. Rûsya dikare rêveberiya Şamê û rêveberiyên xweser yên bakur-rojhilatê Sûriyê bîne cem hev. Egev ev bên cem hev û projeyeke demokratîk derkeve meydanê, yên li cem Tirkiyê ciyê xwe digirin wê ti meşrûiyeta wan nemîne û her ku biçe wê bandora wan pirtir bişke. Herwiha derdorên mûxalif (mûarede) yên li hundirê Sûriyê û yên li derve xebatê dikin, wê piraniya wan werin tevlî vê eniya demokratîk û dijdagîrkeriyê bibin. Jixwe hêzên weke Amerîka li Sûriyê ne mayînde ne. Eger hêzên Sûriyê yên bingehî yekîtiyê ava bikin wê derketina hêzên weke Rûsya jî bilez bibe. Wê demê wê ji dagîrkeran Tirk bimînin. Eger gelên Sûriyê û hêzên siyasî bibin yek wê derfetên Tirkiyê jî ku bi hêsanî bikare dagîrkeriyê bidomîne nemînin. Eger em bala xwe bidinê dema Tirkiye derbekê du derban dixwe, leşkerên wê tên kuştin hevsengiya wê xirab dibe. Divê nîşanî Tirkiyê bidin ku domandina dagîrkeriyê li welatekî din wê pir biha be. Kurd û rêveberiyên xweser li hemberî dagîrkeriya tirkî ji têkoşînê re amade ne. Pêwîstî bi tişteke wiha heye, ku Rûsya hemleyeke stratejîktir bike û Şamê û hêzên dijberên dagîrkeriyê bîne cem hev. Li şûna vê eger di rêbazên kevin de israr bike ne çareseriyeke mayînde çêdibe ne êrişên Tirkan tên sekinandin.






