“Jİ NÊZ VE”
Ednan Mustafa
Bi geşedanên siyasî û leşkerî yên cihanê ve girêdayî, di dema dawiyê de peytexta Iraq’ê bexda malvaniya hin welatên navçeyê kir û bi navê “Lûtkeya Bexda” Kongreyeke bi navnîşana Welatên Cîran yên hevkar hat lidarxistin. Bêguman piştî vekişîna Amerîka ji Efxanistanê sazkirina kongreyeke wiha û li Baxda, ji plan û polîtika Amerîka ya li ser Rojhilata Navî ne qut e.
Piştî hatina Jon Biden ser desthilatdariyê, koşka sipî dest bi guhertina hin siyasetên xwe yên li ser asta cihanî û Rojhilata Navî kir. Yek ji van guhertinan, welatên weke Efxanîstan ku ev 20 sal in pişgirya Amerîka xwe da avakirin, nava 24 seatan de hilweşiya. Ev vekişîn û hilweşandina hikumeta Efxaniyan diyar bû ku rola Amerîka li ser Efxanistanê dixwest bilîze, tam nokarî bilîze û Amerîka di vê warî de eksena xwe guhert.
Di heman çarçoveya eksenguhertina Amerîka de, hin welatên weke Iraqê jî, weke welatên rol dayîn û rawabûna hikumeta Mustafa Kazimî hê zêdetir di çavê civakên Erebe de diyar bike Iraq nêzî NATO û Amerîka ye ji Îran’ê zêdetir.
Ji ber van nêzîkatiyan Amerîka cara yekê li Bexda, welat û hêzên li dijî hev, yên weke Îran û Erebistana Siûdî li ser masayekî rûniştin. Amerîka bi riya Iraq û Kazimî dixweze siyaseta xwe ya nû li ser welatên Ereb bisepîne û Iraqê ji eksena ‘Mukawamê’ ya ji Îran, Hizbullah, Tevgera Hemas pêk tê dur bixe û bixe bin baskê xwe. Ji ber divê demê de û bi taybetî piştî vekişîna Amerîka ya 15 tebaxê ji Efxanistanê, diyar bike ku hê ji bo polîtika Amerîka Iraq pêwîst e ji bo Amerîka.
Bi heman mijarê ve girêdayî Iraqê ji vê rewşê sûd girt û xwest hinek rola xwe ya herêmê derxe pêş. Ji bo vê yekê Hikumeta Iraq’ê ket hewldana bi Sûrî re, têkiliyên xwe xweş bike û weke navbênkar di navbera Tirkiyê û Sûrî de rol bilîze. Lewra me dît ku di vexwendina Lûtkeya Bexda de Sûrî hat vexwendin, lê rastî nerazîbûna hin welatên beşdar hat. Lê esas Iraqê dixwest bi beşdariya Sûrî ji kongreya Baxda re, kanalên nû yên diyalogê di navbera Tirkî- Sûrî û Sûrî-Qeter bide avakirin. Lê dema ev yek pêk nehat, li pişt perdeyê û di holên tarî de hikumeta Kazimî ket nava hewldanên hevdîtineke veşartî saz bike. Di vê çarçoveyê de, weke ku di ragihandinê de jî hat eşkerkirin ku wê hevdîtineke nepenî di navbera şefên Istixbarata Tirkî Hakan Fidan û Şefê Sûrî Elî Memlûk de were lidarxistin.
Amerîka ji bo polîtika xwe ya li herêmê hevsengiyê bide avakirin di navbera Tirkiye û Îranê de, karta Iraq’ê di kesayeta Kazimî de bi kar tîne. Lewra dixweze Mustafa Kazimî dorî Îranê bixe û di heman demê de Iraqê nêzî Tirkiyê bide nîşandan. Dema mirov di vê neqebdê de li mijarê binêre û nirxandinê bike, bi erêkirina Amerîka hem li Iraqê kongreyek da sazkirin û hêzên binakok û dij hev di yek maseyî de kom kirin û hem jî bi destê Iraq û Kazimî dixwezin têkiliya di navbera Tirkiye û Sûrî de fermî bikin. Ji ber vê yekê ne dûr e ku di mehên pêş de hevdîtinek li ser asta rêyedarên Sûrî û Tirkiyê careke din çêbe.
Ji ber van nêzîkatiyên polîtîk Amerîka û berjewendiyên wê, Iraq bûye welatê bi istiqrar yê navçeyê, herî kêm Amerîka wisa li Iraqê temaşe dike. Di vê mijarê de em dikarin bêjin ku Iraqê bi destê Amerîka Mihwer (eksen) a xwe ya polîtîk guhertiye û welatekî ne aram û feuda, bûye welatê navbeynkar ji bo pêkanîna istiqrarê li navçeyê. Ev pêşketineke nû ye, lewra rola Iraqê ya siyasî li herêmê şopandin û bi vê ferasetê Kongreya Baxda nirxandin wê rast be.






