Gulîstan Xalid
Sekna PDKê û tiliya wê di êrîşên ser gelê Kurd li cih û demên cuda de tê zanîn, lê gelek kes ji bo xeta PDKê dibêjin ku nijadperestiye paşverû, lê ma bi rastî wisa ye!… Nijadperestiya paşverû (îlkel) jî armanceke wê heye û qet nebe berjewendiyên komeke teng be jî digire ber çavan û li gorî wê tev digere. Lê ma bi rastî PDK li gorî vê pênaseyê heta niha tev geriyaye…..
PDK di rastiya xwe de xeta wê nîne. Ji bo partiyekee bêîrade, bêarmanc, bêrêgez mirov nikare bêje xwediya xetekê ye. PDK tenê derdê wê xwe bide jiyandin, li ser hesabê çi be jî ji bo wê ne xem e. Xwe distpêre hêza desthilatdariya diminên Kurda û bi riya wan xwe li ser piyan digire. Ji ber wê nikare biryareke rast ji bo gelê Kurd û yekîtiya neteweyî bide. Ya tê xuyakirin jî PDK ti carî derdeke wê yê yekîtiya neteweyî ne jî azadiya gelê Kurd çênebûye. Ew ne di xema van tevan de ye jî.
Di her êrîşa ser gelê Kurd de em helwesta PDK bînin bîra xwe. Di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yê ser Şingalê de yên 3yê Tebaxa 2014 PDK li kû bû? Di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yê 6’ê Tebaxa 2014 de yên ser wargeha penaberan ya Şehîd Rustem Cudî (Maxmûr) PDK li kû bû? Di êrîşên dewleta tirkî yên ser rojavayê Kurdistnê de helwesta PDKê çi bû? Niha jî di êrîşên dagîrkeriya dewleta tirkî ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de PDK çi dike? Ev çend mînak in ku di dîroka nêzîk de qewimîne em bi rêz dikin. Lê bi giştî sekna PDKê di dîroka destpêka wê de em bigirin dest û heta niha emê bibînin ku PDK yek rastiya wê heye, ew jî hevkara dijminên gelê Kurd e, sîxur e, xayîn e. Yê xayîn ti durustî, rêgez, pîvan jê hêvî nayên kirin. Yê xayîn xwe jî û tevayiya nirxên derdora xwe jî ji bo xwe bide jiyandin dikare bifiroşe. PDK lanetiyek e li pêşberî gelê Kurd. Heta ku ev lanet rast neyê analîzkirin wê gelê Kurd bi temamî û bi taybetî jî gelê Kurd yê li başûrê Kurdistanê nikaribe di wateya rast de azad bijî.
Ji ber ku PDKê bi sekna xwe ya xiyanetkar çarenûsa Kurdên başûrê Kurdistanê jî xistiye destê xwe û destê dijminên gelê kurd. Dijmin kengê berjewendiyên wan li gel PDK’ê biqede ne PDK, ne jî statûya Başûr dimîne. Ji ber wê divê Kurdên başûrê Kurdistanê vê rastiyê baş bibînin û xwe ji çembera PDKê û dagçrkeriya dewleta tirkî, ji xiyanetkarên bê hêz û dagîrkeriya desthilatdar xilas bikin û helwesta xwe, rêxistinbûyîna xwe û jiyana xwe ji nû ve di ber çavan re derbas bikin.






