Sîpan Şînda
Ev hevîr çiqas çir e! Kê ev hevîr stiraye? Ev hevîr çawa hatiye stiran û ew qet xwe ji hev bernade. Erê, hevîrê azadiyê çir e. Ewqas çir e, tu dikî nakî ji hev venabe. Hingî tu dikişînî ew her vedikişe, hingî tu dixwazî wî bikî qet lê ew ji hev venabe. Ji ber wê hewce nake tu xwe pê ve biwestînî ku tu bêjî ezê vî hevîrî ji hev vekim. Av û xwêya vî hevîrî ewqas li gorî qeysa wê lê hatiye kirin û kevaniyê jî ewqas bi hosteyî straye, mirov jê dimîne ecêbmayî. Ev çi kevaniyeke evqasî hoste ye ku ev hevîr evqas çir stiraye! Wey dest û tilî ter bin kevaniyê. Ka ji me re jî bêje te ev hevîr çawa stiraye.
Hevîrê azadiyê bi destê azadîxwazan hatiye stiran. Azadîxwaz ji mirovên welê ne ku dema ew tiştekê dikin, dilê xwe, mejiyê xwe, giyanê xwe, jiyana xwe hemûyan didin wî karî. Ew hemû nazikî û nazdariyên di giyanê xwe de, hemû hizir û ramanên di mejiyê xwe de, hemû dilovaniyên di dilê xwe de tevî şixulê xwe dikin. Ew çi bedewiyan ji bo xwe na hilînin, çi xweşikî û delalî bi wan re hebe ew hamûyan dixin nava hevîrê xwe.
Gelo keda kê di stirana vî hevîrî de nîne? Ji Şêx Ubedullahê Nehrî bigire heta Elî Şêr, ji Şêx Mehmûd Berzencî bigire heta Şêx Seîdê Pîranî, ji Seyîd Evdilqadirê Nehrî bigire heta Ihsan Nûrî Paşa, ji Seyîd Riza bigire heta Mele Mistafa Barzanî, ji Celal Telebanî bigire heta Abdullah Ocalan, ji Baba Tahirê Ûryan bigire heta Haci Qadirê Koyî, ji Ehmedê Xanî bigire heta Melayê Cizîrî, ji Feqiyê Teyran bigire heta Mele Mehmûdê Bazîdî, ji Cegerxwîn bigire heta Şêrko Bêkes, ji Seîd Axayê Cizîrî bigire heta Şivan Perwer mirov dikare bi hezaran kedkar û amadekarên vî hevîrî bêje. Gelo ka çend sed hezar cangoriyên vî hevîrî çêbûne heta ku evqas bi hosteyî hatiye stiran! Esil hostayên vî hevîrê çir ew cangorî ne. Ew cangoriyên hêlîna xwe weke teyrê baz di tehtên asê de çêkirîn, ev hevîr bi şev û roj bê westan bi xwîna xwe stirane. Ava vî hevîrî xwîna wan teyrên baz e, xwêya vî hevîrî jî xwihdana wan pêlewana ye. Ev hevîr di gora wan pêlewanan de bi destê şepalên kezîbadayî hatiye stiran. Serkaniya ava vî hevîrî xwîna sor û zelal e. Her misqalek ya vî hevîrî bi hezaran giyanê keç û xortan e. Ji ber wê ev hevîr çir e, ji ber wê ev hevîr pîroz e. Heçî ku bixwaze vî hevîrî ji hev bike yan jî bixwaze qetekê jê veke wê ev hevîr bi wan ve bide. Ewê biwerime, wê kerr û lal bibe, wê kor bibe, wê ji qedeman bibe, wê qoç û qirûm bibe, wê har û dîn bibe û li çolan bikeve, wê hestiyê laşê wan bihele, wê siftego bibin û mirovê difina xwe ji wan bigirin. Ji ber wê divê ti kes hewl nede ku vî hevîrî ji hev veke.
Stirana hevîrê azadiyê dem divê, ked divê, sebir divê. Divê her kes di hinda xwe de vî hevîrî li gorî quweta xwe bistire. Da ku dema ev hevîr bû nan û hat li ber wan ew jî bikarin wî nanî bi dilekî rihet bixwin.






