Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xelîfan warê Diyar Xerîb û Viyan Soran e

12/09/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
15’ê Tebax
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk Sakik

Xelîfan, devereke li herêma Soran ya başûrê Kurdistanê ye. Li aliyê rojavayê wê jî çiyayê bajarê Rerwandiz yê dîrokî heye. Xelîfan, dikeva navbera Diyana û Herîr. Çar aliyên Xelîfan bi çiyayan dorpêç kirî ne. Ji aliyekî ve jî cîrana herêma Biradost e. Vê herêmê di sed salên dawî de ji gelek serhildanan re malvanî kiriye. Îro jî ji gerîlayên Kurdistanê re dike.

Devereke wiha stratejîk, di van demê dawî de bûye eniya şerê dewleta Tirkan dayîdestpêkirin. Dewleta Tirkan xwe paş ve kişandiye û di dewsa xwe de jî PDK li heremê erkdar kiriye. PDK dest bi çêkirina nuqteyên eskerî kir. Her roj sewqiyatên eskerî bi ser herêmê re şandin. Roj derbas bûn hin hêzên xwe yên çekdar jî anîn û li benda ‘plana B’ ya Tirkan sekinî.

Şerê artêşa Tirkan ku di 23yê Nîsanê dabû destpêkirin bi ser neket, plana xwe ya B xist meriyetê. Di vê planê de PDK wê gerîlla tehrîk bikira û hin taktîkên provakasyon pêk bianiyan. Çi kir? Li herêma Xelîfan 3 gerîla revandin. Hê aqûbeta wan nehatibû diyarkirin li heman heremê, li ser çemê Zapê heft gerîlayên HPG’ê kuştin.

Bersiva PDKê ya ji bo heft şehîdan wiha bû: “Haya me ji van gerîlayan nîne!” Û piştî demekê jî her weke îtiraf bikin gotin; “Çi karê wan li Xelîfanê hebû?”

Berê jî min di nivîsek xwe de gotibû û îro careke din dubare dikim: Eger gerîlayên ji bakur vegerin bakur, yên ji rojava vegerin rojava, êê baş e!! Gerîlayên ji başûr, hevalê Diyar Xerîb û Viyan Soran wê herin kû derê?

Hûn ji xwe bipirsin “Çima artêşa Tirkan hatiye li Xelîfan bi cî bûye?” Ne îro, 5 sal berê Murat Karayilan di têlevizyona Kurd-Sat de digot; “Li herêma Xelîfanê eskerên Tirkan hene.” Rayadarên hikumeta başûr ti bersiv nedan. Ev herêm ji sînorê bakur 40 km. dûr e.

Li gorî ‘Plana B’ ya dewleta Tirkan, wê gerîla were tehrîkkirin, da ku bersivê bide PDK’ê. Civaka Kurd li hemberî PKKê sor bike da ku bibêjin, “PKK şerê birakujiyê da destpêkirin!”

Hin kes qaşo bi hesasiyet tev digerin û dibêjin; Her du alî jî bila berjewendiyên xwe bidin aliyekî û li gorî berjewendiyên Kurdistanê tev bigerin.

Baş e… PKK ji bo berjewendiyên Kurdistan çi dike? Şer dike û di her qada jiyanê de ji bo Kurdistaneke azad têdikoşe. Zêdetir em ji PKKê çi bixwazin? Divê ew kesên li kêleka PDK’ê cih digirin eşkere û vekirî bersivê bidin.

Anha em ferqa wan zelal bikin.

PKK bi salan e li dijî dewleta tirkî ya dagîrker têdikoşe. Berdêl û şahadetên giran dide. Jiyana xwe ya rojane daniye aliyekî û wek neferek doza Kurdistanê di şert û zirûfên dijwar de dijîn.

PDK çi dike? Berûvajî, jiyaneke bi şatafat dijî û li kêleka dijmin cîh digire.

Îro di şerê li dijî gerîla de cîh girtiye. Heger PKK bersivê bide jî (ku wê ti carî vê yekê pêk neyne) wê ti carî navê vî şerî nebe şerê Kurd û Kurdan. Lewra gerîla bi artêşa Tirkan re şer dike û hêzên PDK’ê jî di nava vê artêşê de kincên eskerên wan li xwe kirine.

Me niyet û hesasiyeta KCK’ê piştî şahadeta heft gerîlayan dît. Digot; “Bila gelê Kurd hisab ji qatil û berpirsyarên şahedeta hevalên me bipirse.” Gel divê vê hesasiyeta KCK’ê baş bixwîne û helwesteke wisa nîşanî PDK’ê bide, ku Kurd zêdetir neêşin. Divê bandoreke wisa bikin ku PDK rojek zûtir ji xeletiyên xwe û ji Enqerê vegere.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.