Idrîs HENAN
Berê de gotine: “Mar çiqas hokan bide xwe, divê rast here qulê”. Îro jî li Sûriyê dem hatiye ku rastiya her tiştî eşkere bibe û girêkên ku asê mabûn werin vekirin û her aliyek li gorî rastiya xwe biçe qulê!. Bi salan li herêmê hesin bi hesin hatiye kutan ku êdî wext hatiye were dîtin ka kî bûye kêrik û kî jî bûye das?.
Berî çend rojan careke din maka bizava li Sûriyê parêzgeha Deraa bûbû manşêt û hemû aliyên ku veguherîne zexelên mexelî, hêviyên xwe yên “radestbûyî” bi gopalekî rizyayî dikutan ku ne ji defê û ne jî ji defikê re dibû. Ji bona wan Deraa sernavekî nû yê pêçandin teralî û xwefiroşiya bi salan bû. Hewl didan di bin navê Deraa’ya ku bi tenê hiştin û di bazarên “Rûsya, Îran, Îsraîl, Tirkiyê” de bi erzanî firotin, ji nû ve weke sîwanekî li ser xwe bigirin û bêxîretiya xwe bi hetikandina îfeta Deraa’ya mak binixumînin.
Bîra aloziya li Sûriyê ne kûr e, baş tê bîra her kesî? Dema ku çeteyan li dora taxeke biçûk ê fena Şêx Meqsûd şidandibûn, ji bona ku qirkirina Kurdan û gelên mutefîkên wan li taxê rewa bikin û komkujiyan pêk bînin, bi navê “Lebeykî Ya Uxtah” êrişek organîze kirin û odeyek oparasyonan a lezgîn ku hemû fesîl-mesîlên xwefiroşên Tirkiyê tê de bûn, li dijî îradeya gelan li hev kom bûn. Deraa ku her kes weke qîbleya “Şoreşa Sûriyê” dibîne, duyemîn car e li bazarên hêzên navneteweyî tê firotin, dor lê tê şidandin û teslîm tê girtin. Mixabin di her du caran de jî “Basên Kesk” li bendê bûn! Lê ev kes û girûpên xwefiroş ti damarek wan a xîretê ne lerizî û ne jî çilpikek xwêdana rûmetê ji rûyê wan herikî! Tevî rezalet û riswabûnê, dîsa jî ji xwe nagerin û li xwe mikur nayên ku di meydana şoreşgeriyê de bin ketine û tenê kerên barkêş ên celadan e. Bi vê jî qayîl nebûne û binkeftina duyem a li Deraa’yê weke binkeftina Kurdan bi nav dikin! Wan digot qey projeya Xweseriya Demokratîk ji Deraa derketiye û li wir jî azweriyên Kurdan û gelên hevalbendên wan têk çûn. Ne bes e veguherîne tajiyên kuçeyan ku cihê paldanê nabînin, di ser de seresere û bêkêr in ku bi fezlekeyên vala yên efendiyên xwe hewl didin bi hokan derbasî qulê bibin! Ne dizanin eger hêviyek li Deraa û herêmên dîtir ên Sûriyê hebe dê bi çirûska tavên berbanga şoreşa gelan a Rojava, Bakur û Rojhilatî Sûriyê pêkan be. Fena miriyê serê wî li kêlikê ketiye li wan hatiye. Lê yê di gorê de têgihaşt ku yê mirî ew e û zexelên xwefiroşên neyaran tênegihaştin ku paşiya wan tazî bûye û yên mirî ew in.
Bêguman çi êşa li kîjan hêrêma Sûriyê be, ya Rojava ye jî. Lê ji bona gelên Sûriyê ku di oxira azadiya xwe de berdêlên giranbuha dane neyên xapandin, pêwîst e rastî xwe sade be. Bêkêrî û ajantiya derketiye holê neyê veşartin. Berovajî, berî dijmin pêwîst e li hember wê zihniyeta xwefiroş were sekinandin. Ji ber ku: “Dijminê dijwar ji dostê xayîn çêtir e”.
Ji rojên destpêkê ve belî bû ku “marên pêzik” ên jehirdar, xedar û xayîn in. Ti projeyek wan ji bilî xwefiroşî û barkêşiyê tinnebû. Êdî wisa kirine ku îxanet helwest û nerînek kesayetî ye. Ji neyarên gelan re bûne “hespê Troy”, kerên barhilgêr û tajiyên nêçîrê, dîsa jî şerm nakin û enî hilmaştî ne. Bi viran jîngehan ava dikin û gelên berxwedêr dixapînin tu dibêjî qey şoreşger in!






