Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li dijî dagirkeriyê bêdeng nemînin

02/07/2018
in Uncategorized
A A
Li dijî dagirkeriyê bêdeng nemînin
Share on FacebookShare on Twitter

Rojnamegerên bajarê Helebce diyar kirin ku bêdengiya li hemberî dagirkeriyê nayê qebûlkirin û daxwaz ji gel û aliyên siyasî dikin dijî dagirkeriyê helwestên cidî nişan bidin.
Bêdengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk nerazîbûna welatî û pêkhateyên Başûrê Kurdistanê zêde kiriye. Rojnamegerên bajarê Helebce, nerazîbûn nîşanî bêdengiya li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk dan.
Yek ji rojnamegerên bajarê Helebce Çoman Osman diyar kir ku dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Başûr, berpirsiyartiya parlamento, hikûmet û aliyên siyasî dixe gumanê û wiha got; “Bêdengiya wan li hemberî hemberî vê dagirkeriyê xiyanetek niştîmanî netewî ye. Nabe ji vê zêdetir bêdeng bibin. Pêwîste dijî dagirkeriyê gavên cidî bên avêtin.”
Osman her wiha rexne li PDK’ê kir û got; “PDK ji bo berjewendiyê hizbî û desthilatî û dagirkirina qadên siyasî û aborî, bûye alikarek baş ê dewleta Tirk û anîna leşkerên Tirk. Divê tevahî komên parlamentoyê zextê li ser hikûmeta herêmê û Iraqê bikin ku pêşî li hêzên dewleta Tirk bigirin.”
Rojnamegerek din a Helebce bi navê Kelsum Hisên jî li ser heman mijarê wiha axivî; “Tirkiyê li ser dagirkeriya xwe PDK û PDK’ê jî aliyên din bêdeng kirine.”
Hisên her wiha daxuyakirin ku netifaqiya aliyên siyasî sedema nebûna helwestek giştiye û axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Ji ber nebûna tifaqa aliyên siyasî, nekarîne helwestek giştî dijî dagirkeriya dewleta Tirk bê nişandan. Baweriya min bi îradeya gel heye ku dijî bêdengiya aliyên siyasî derkevin û qebûl nekin.”…ROJNEWS

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.