Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Efrîn û xizmeta ENKSê ji dagîrkeran re

08/09/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Ji Îmraliyê pêşniyarên aştiyê ji bo Sûriyê
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî Bedran

Dewleta tirkî li Erdînê bênavber qirkirina neteweyî domand. Bi sedhezaran Kurd ji warê wan derxistin. Dest danî ser malê xelkê. Talan, destdirêjî û işkence bûn parçeyek ji jiyana rojê. Rêxistinên mafê mirovan, komîteya şopandina işkenceyê ya NY ev tev diyar kirin û ji rayagiştî re ragihandin. Sûcên şer yên dewleta tirkî yên li devrên dagîr kirîn hatine belgekirin.

Digel van li hemberî dewleta tirkî ti biryar nehatine girtin. Çawa ku tê zanîn ya ji dagîrkirina Efrînê re rê vekirî Rûsya bû. Ji bo dagîrkirinê Rûsya bi Tirkan re li hev hat. Eger Rûsya destûr nedabûya Tirkiyê nikariya vegire. Lewra berpirsiyariya qada hewayî ya wan herêmên ya Rûsya bû. Rûsya hê jî li wan herêman e û mûxateba Tirkiyê ye. Haya wê ji sûcên li Efrînê dibin tevan heye. Lê li hemberî wan bêdeng e.

Erdogan di li civîna NY de diyar kiribû ku wê ji Efrînê heta ava Dîcle û Dêrikê dagîr bikin di kûrayiya 30 km. de wû koçberan bînin bi cî bikin. Ev cî ciyên Kurdan in. Erdogan bi awayekî eşkere diyar kir ku wê Kurdan ji ciyê wan derxe û qirkirina neteweyî bike. Li wir jî dewletan tevan guhdarî kir. Li hemberî van sûcên dermirovî û dagîrkirina welatekî din bêdeng man.

Erdogan plana wê demê eşkere kirî niha pêk tîne. Li Efrînê gundan ava dike. Bi qasî ku di ragihandinê de hatî dayîn niha 60 cî hatine diyarkirin û beşek jê qediyaye. Tirkmenan û malbatûn çeteyên xwe ji herêmên cuda tîne li wir bi cî dike. Kurd bi tevayî li derve dimînin. Ev erd xwediyên wan hene. Avakirina li ser erdê xelkê talan û zordestî ye.

Faşîzma Erdogan ne mal û milkan tenê talan dike. Bi revandin û işkenceyê jî têr nabe. Li ciyên darîr kirîn axaftina kurdî û perwerdeya bi kurdî jî xedexe dike. Li Efrînê zimanê perwerdeyê bi kurdî bû. Niha kurdî hatiye qedexekirin. Dewleta tirkî ji ber van sûcan hinekê hatiye naskirin. Li dinyayê û li cem rayagişrî ya Kurd itibara wê şkestiye. Ji bo ku itibara xwe rast bike, xwest hin Kurdan tevlî operasyona xwe ya xapandinê bike. Lewra bi serê xwe nikarin bikin. Hin derdorên Kurd ku ji wan re tê gotin ENKS, niha tevlî vê operasyona Erdogan bûne. Çawa ku tê zanîn ENKS tevlî şerê li dijî DAIŞê nebû. Di nava 11 hezar şehîdên Rojava û bakur-rojhilatê Sûriê de ti kesî wan nîne. Li her bajarî goristaneke şehîdan ya mezin heye. Lê di van şehîdgehan de jî kesekî wan nîne. Bi hezaran mirov di şer de birîndar bûn. Bedenên wan parçe bûn. Di nava wan de jî kesekî ENKSê nîne.

Ji bo parastina Efrînê bi hezaran mirovan canê xwe feda kir û birîndar bûn. ENKS tevlî bê berxwedanê jî nebû. Di dagîrkirina Girê Spî û Serê Kaniyê de jî ENKS tevlî berxwedanê nebû. Niha çawa ku PDK sedema êrişên Tirkiyê yên ser başûrê Kurdistanê PKKê nîşan dide û dagîrkeran bêsûc û rewa nîşan dide, ENKS jî li Sûriyê heman tiştî dike. Li şûna ku li hemberî dagîrkeran û bikujên gel bibin xwedîhelwest û di refên berxwedanê de ciyê xwe bigirin, weke PDKê dikin. Dibêjin ku PKK tine be dewleta tirkî êrişî Rojava nake. Dibêjin sedema xirabiyan û dagîrkeriyê PKK ye.

Partiyên Rojava, yên di şoreşê de berdêl dayîn digel her tiştî ji bo yekîtiye neteweyî bi ENKSê re rûniştin. Dewletên weke Amerîka ketin navberê. Ji bo ENKSê ev derfekete mezin bû. Dikariyan ji rewşa xayîntî û hevkariyê derkevin. Diviya destê hatî dirêjkirin bigirin. Lê nikarîn bibin xwedîîrade. Ji ber ku hevsarê wan di destê dewleta tirkî û PDKê de ye gavekî jidil neavêtin. Çavê xwe berdan nirxên bi xwîn û wêraniyê hatîn bidestxistin û hatin bi parvekirinê ve mijûl bûn.

Ji bo bidestxistinê berdêl nedan lê çavê xwe berdan encama wan. ENKSê niha li Efrînê erkê rastkirina itibara dewleta tirkî girtiye ser xwe. Propagandayê dikin. Dibêjin, li Efrînê xirabî nemaye, rewş baş e bila efrînî vegerin. Di çapemeniyê de tê diyarkirin ku efrînî her roj tên revandin, malê wan tê talankirin, yên di şer de derfeta derketinê nedîtîn xerc ji wan tê santanin, işkence û destdirêjî dewam dike. Bê ku şerm bikin çawa ku ev tinebin, dagîrkeriya tirkan qediyabe, çeteyên Tirkan derketinbin, propagandayê dikin. ENKS hebûn û paşroja xwe li cem gelê xwe yên li ber xwe didin nabînin. Bi qasî ku tenezûla bermayiyên dijmin biavêje ber wan bikin ketine. Gelê Rojava gelekî wisa ye ku tevlî şer bûye. Berdêl daye û xwediyê şoreşê û şahidê bûyeran e. Gelê Rojava pir baş dizane ku hevsarê ENKSê di destê kê de ye û wê bersiva van hewldanên bêoxir jî bide.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.