Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Zîlanê rê li ber pêvajoyeke nû vekir

02/07/2018
in Uncategorized
A A
Zîlanê rê li ber pêvajoyeke nû vekir
Share on FacebookShare on Twitter

Gêrîlayên jin 22 salvegera çalakiya Zîlanê nirxandin û diyar kirin ku vê çalakiyê rê l ber pêvajoyeke tekoşînê ya nû vekiriye. Gerîlayan got, “Hevrê Zîlan bi çalakiya xwe ya mezin bersiveke mezin da êrîş û siyaseta qirkirinê ya li ser gelê Kurd û Rêber Apo.”

Gerîlayên YJA Starê çalakgera fedayî Zîlan (Zeynep Kinaci) bi bîr anîn û gotin, “Zîlan bi çalakiya xwe ya fedayî re vejîn û berxwedana jinê ji nû ve derxistiye holê.”
Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Emîne Erciyes, ji Fermandarên YJA Starê Eylem Ronî û ji Fermandarên Akademiyên Apollo Zozan Raman, di salvegera 22’an de çalakiya fedayî ya gerîlaya PKK’ê Zîlan (Zeynep Kinaci) nirxandin.
ZÎLANÊ BERSIV DA
KOMPLOGERAN
Emîne Erciyes da xuyakirin ku sala 1996’an ji bo têkoşîna wan pêvajoyeke gelekî girîng bû û got, “Wê wextê Rêberê me agirbest ragihandibû û dixwest ji bo zemînên aştiyê binirxîne. Hewl da rêyên aştî û diyalogê xurtir bike. Armanca sereke ya Rêberê me ew bû ku gelê Kurd, PKK û xeta azadiyê weke mûxatab bê girtin. Dewleta Tirk hewl da pêşî li lêgerînên Rêberê me bigire û bi komployê bersiv da.
Li dijî Rêberê me sûîqest hate kirin. Bombeyeke mezin hate amadekirin. Mirov vê yekê dikare weke prova û gava destpêkê ya komploya navneteweyî jî bibîne. Ji ber ku bi vî rengî bersiv ji niyeta baş a Rêberê me re hate dayin, di nava rêxistinê de hêrseke mezin derkete holê. Lewma hevrê Zîlan jî li ser vê bingehê bû bersiv ji komploya li dijî Rêbertî re.”
Erciyes diyar kir ku çalakiya Zîlan hem ji aliyê rêbaza fedayî ve, hem jî rêbaza şer a PKK’ê ve çalakiyeke nû bû û got, “Dijmin wê wextê ji çalakiyeke wiha gelekî tirsiya. Demeke dirêj di rojevê de ma. Ji ber vê yekê çalakiya hevrê Zîlan di dîroka me de rê li ber serdemeke nû, pêvajoyeke nû ya têkoşînê vekir.”
ÇALAKÎ BERSIVEKE
MEZIN BÛ
Eylem Ronî jî bal kişand ser qirkirina çandî ya li herêma Zîlan lê mezin bû û bi bîr xist ku kesayet, çand û ziman tê qirkirin. Ronî got, “Hevala Zîlan bi kûrahiya vê nakokiyê hesiya… Nakokî bûn sedem ku bikeve nava lêgerînê û hewl bide fêhm bike. Lewma çalakiya hevala Zîlan her wiha bersiveke ji lîstikên ku dijmin li ser herêma me dilîze.
HEVALA ZÎLAN
BAWERIYEKE MEZIN DA JINÊ
Zozan Raman jî işaret bi zext û zordariya li nava civakê li jinê tê kirin û got, “Bi rêya zext û zordariyê hewl tê dayin ku îradeya jinê were şikandin. Hevala Zîlan bi çalakiya xwe baweriyeke mezin da jinê. Hevala Zîlan her wiha nîşanî hemû jinan û mêran da ku ji bo bidestxistina azadî û nirxên xwe yên civakî divê bi çi rengî çalakî were kirin.”
Zozan Raman da xuyakirin ku çalakiya Zîlan li dijî sîstema zext û mêtingeriyê hatiye kirin û wiha dewam kir: “Polîtîkayeke giran a înkar û tinekirinê li ser gelê Kurd hatiye ferzkirin. Tinebûn li ser hatiye ferzkirin. Zîlan jî vejîna gel û jinên ku tine tên dîtin, nîşan da. Gelekî girîng û hêja ye ku ya ev rastî afirand, jin e.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.