Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Plan qirêj û giran e, tenê yekîtî derman e

08/09/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Plan qirêj û giran e, tenê yekîtî derman e
Share on FacebookShare on Twitter

Dilyar Cizîrî

Êrîş û planên dewleta tirkî yên ser gelê Kurd derketine asta herî jor. Ev demek e bi hevkariya PDK`ê êrişî Herêmên Parastinê yên Medya dike û dixwaze tevgera azadiyê ya gelê Kurd li wir tine bike. Balkêş e ku di heman demê de êrişên ser Şingal, Mexmûr û bakur û rojhilatê Sûriyê jî bênavber didomîne. Tişta herî zêde mirov diêşîne ew e ku aliyekî ku navê kurdî li xwe dike di êrîşan de cih digire û ciwanên Kurd dikuje. Di vir de ez behsa her du bûyerên li Xelîfan ya başûrê Kurdistanê ku ji aliyê PDK`ê ve li dijî 2 komên gêrîla pêk hatine, dikim. Ji ber wê jî her çendî HPG dibêje şehîd bûne, lê emê xwe bi gotina heta niha çarenûsa 10 gêrîlayan ne diyar e iqna bikin.

Di heman demê de û hemwextî êrişên ser başûrê Kurdistanê li bakur-rojhilatê Sûriyê jî dewleta tirkî serkêşiya êrîşên ser gelê kurd dike. Hemwextî êrişan li herêmên dagirkirî (Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî) guhertina demografîk pêk tînin. Kurdan dikujin, direvînin û dixwazin siyaseta xwe bi ser herêmê fde bisepînine. Li Başûr bi riya PDKê li vir jî bi riya rayedarên ENKS`ê heman tiştî dide kirin û dixwaze plan û dagîrkeriya xwe rewa nîşan bide.

Rûsya û hikûmeta Şamê jî ji planên wan ne dûr in, li cihên destên wan digihiyê bi riyên xwe yên taybet piştgiriya plan û siyaseta dewleta tirkî ya li dijî gelê me dikin. Em dibînin ka çawa hemwextî êrîşên me li jorê behsa wan kirî, hikûmeta Şamê riyên di navbera xwe û herêmên Rêveberiya Xweser ya nakur û rojhilatê Sûriyê de girtine û zora aborî bi ser herêmê de disepîne.

Ne ev tenê, li derdora taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî ku şêniyên wan xwe bi fikra Rêveberiya Xweser bi rê ve dibin, ciwanên Kurd direvînin û rê nadin madeyên jiyanî bi hêsanî derbasî wan taxan bibin. Li herêma Şehba jî heman tişt dibin. Li kantona Hesekê jî ku jixwe dewleta tirkî ev demeke dirêj e Stasyona Elok ji xizmetê derxistiye û ava vexwarinê ji ser şêniyên wê qut kiriye, bûyerên kuştina mirovan û şelandin zêde bûne. Li gorî hin çavkaniyên ewlekariyê ev bûyer bi destê şebekeyên taybet bi armanca têkbirina aramiya herêmê tên kirin. Li Dêrazorê jî bi riya şaneyên razayî yên DAIŞ`ê dixwazin bêaramiyê serdest bikin û li herêmê tevlîheviyê derxin.

Ev planên em behsa wan dikin hemû weke xelekên zincîrê bi hev ve girêdayî ne. Her çendî aliyên me behsa wan kirî idîa dikin ku dijminên hev in, lê dema mijar dibe gelê Kurd û civaka azadîxwaz, tev bi hêsanî digihîjin hev û tev de civînan li dar dixin. Herî dawî jî rojnameya El-Şeriq El-Ewset nivîsek belav kir û tê de diyar kir ku serokê MÎTa Tirkiyê Hakan Fîdan û serokê Istixbarta Sûriyê Elî Memlûk wê di çend rojên pêş de li paytexta Iraq Bexdayê bicivin.

Rojname di nivîsa xwe de dibêje, mijara sereke ya civîna her du aliyan dijberiya gelê Kurd e. Jixwe çûna wan ya Iraqê nîşana wê ye ku hikûmeta Iraqê jî beşeke sereke ji planên me li jorê behsa wan kiriye. Bêguman bêdengiya wê ya li hemberî êrişên ser Şingalê berê jî ev baş piştras kiriye.

Me pir behsa plan û dijberiya birêkûpêk ya li dijî gelê Kurd û beşdariya PDK`ê ya planê kir. Îcar pêwîstî pê heye, em behsa wê yekê bikin ku di vê dema hesas de ji gelê Kurd yê li her çar aliyên Kurdistanê û cîhanê tê xwestin ku di çarçoveya xebata parastina rewa de li dijî van planan li ber xwe bide û yekîtiya xwe bi hêz bike. Bi vê yekîtiyê wê gelê me bi hêsanî bikare li kêleka gêrîlayên xwe bisekine, xayînan bifetisîne û tevayiya planan têk bibe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.