Li Fransa Hunermend û Pêşkêşvanê Sterk Tv, ji ber nexweşiya vîrûsa korona koça dawî kir.
Li bajarê Lîlle yê Fransayê Hunermend û Pêşkêşvanê Sterk Tv piştî ku ji ber nexweşiya vîrûsa korona çend roj bûn li nexweşxaneyê dima koça dawî kir. Cenazeyê wî bi merasimekê li Fransa hat veşartin.
Hunermend û Pêşkêşvanê Sterk Tv sala 1956’an li navçeya Koyê ya Hewlêrê di nava malbatek welatparêz de ji dayîk bûye. Li Koyê dixwîne û pişt re ji ber rewşa wê demê li gel malbata xwe diçin Hewlêrê.
Pişt re ji bo xwendina Peymangeha Hunerên Xweşik diçe Bexda û sala 1974’an li gel Şêwekar Rehber Celal berê xwe didin çiyayê Kurdistanê û dibin pêşmerge.
Şêrko Celal sala 1982’yan ji ber rewşa başûrê Kurdistanê berê xwe dide Fransa û sala 2002’yan li Roj Tv dest bi pêşkêşvaniyê dike.
Destpêkê bi pêşkêşvaniya bernameya Rojbaş Kurdistan dest bi kar dike û pişt re dibe pêşkêşvan û amadekarê bernameya Tişkî Huner.
Sala 2012’an navê bernameya wî tê guhertin û dibe Rêjney Reng û bi şêwe û teknîkeke nû bi kar tîne.
Şêrko Celal li gel pêşkêşvanî û karê hunerê xwedî gelek gotar û dosyayên cuda ye û gelek bername çêkirine.
Berî çend salan hemsera wî ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawî kirîbû û niha wî bixwe jî ji ber nexweşiya vîrûsa korona koça dawî kir.
ROJNNEWS