Rojnameya Ronahî

Li Helebê pêşbaziya biskilêtan ya jinan

Bi durişma “Em tolê hilînin û terorê têk bibin” Yekîtiya Jinan ya Ciwan, bi hevkariya Nivîsgeha Yekîtiya Werzişê li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê pêşbaziya biskilêtan ya jinan bi dirêjayiya kîlometreyekê li dar xist.

Di çarçoveya çalakiyên bi durişma “Em tolê hilînin û terorê têk bibin” de Yekîtiya Jinên Ciwan bi hevkariya Nivîsgeha Yekîtiya Werzişê pêşbaziya biskilêtan ya jinan li dar xist.

Pêşbazî ji pêşiya Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Sûriyê û heta bi Kolana 20 ya li beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûd bi dirêjayiya kîlometreyekê dest pê kir. Di pêşbaziyê de tê de bi dehan jinên ciwan amade bûn û wêneyên şehîdên berxwedanê hildan.

Di pêşbaziyê de Fatme Hesen xelata yekê, Ela Hemûd xelata duduyan û Aya Qere Mihemed xelata sisiyan girt û ji hêla Yekîtiya Werzişê ve bawername li wan hatin belavkirin. Herwiha Fatme Hesen jî kaseya serkeftinê girt. Li gel wê jî xelat û kulîlk li tevayiya beşdaran hatin belavkirin.

Çalakî bi gerandina dîlanê qediya.

ANHA