Zehra TUNÇ
Fermandara Yekîneyên Parastina Jinan YPJ’ê Sosin Bîrhat ji Helebê heta Serê Kaniyê di eniyên cengê de bi giyanê fedayî pêşengî ji yekîneyên berxwedanê re kir. Sosin weke reng û navê xwe di jiyanê de bibandor û diyarker bû. Fermandara pêşeng di nava herikîna dîroka şoreşê de gelek kêliyên bibandor jiya û li pey xwe bêmirin kir. Li hemberî tarîtiya çeteyên DAIŞ’ê yên dixwestin li ser erdnîgariya Rojhilata Navî xwe bi cîh bikin û hişmendiya xwe ya qirêj bi zorê bidin sepandin bi sekin û helwesteke xurt rawewstiya. Bi hezaran jinên ciwan ji vê heybeta wê hêz girtin û berê xwe dan nava refên berxwedanê.
Fermandar Sosin bi fedekariya nîşan dayî cihê xwe di dilê hemû welatiyên herêmê de girtiye. Bi windakirina wê re ne xemgînî hêrs û kîna tolhildanê li ser çav û rûyê jinan serwer bûye. Ji Hesekê heta Helebê jin li ser rêyan li pêşiya cenazeyên wê bi saetan rewestiyan û paşê jî bi def û zirneyan pêşwazî kirin û ber bi cihê lê çavê xwe li jiyanê vekirî warê zeyîtûnan ve birin.
Jinên Şingalê jî bijîşka xwe Muhlîse Sîdar ya di dema seferberiyê de ji Botanê berê xwe dayî Şingalê û bi wan re li hemberî hemû zoriyan qayîm sekinî winda kirin. Jinên Şingalê gelek keçên şahidî ji çelengî û fedekariya keçên çeleng yên weke Fermandara YJA Starê Nûjîn Amed, rojnamevan Nûjiyan Erhan û bijîşk Muhlîse Sîdar kirin. Jinên Şingalê yên ev keçên dilmezin dîtîn û kêlî bi kêlî şahidî ji fedekariya wan re kirîn, wan didin jiyandin û weke efsaneyan ji zarokên xwe re vedibêjin.
Jinên ciwan yên Şingalê navê xwe kirin Nûjîn Amed û di nava hêzên parastina jinan de cîh girtin. Li ser şopa Nûjiyan Erhan bi nêrîna jinê nûçegihanî berfireh kirin û daxwaziyên Nûjiyan yên çîrokên jinên Êzîdî xistina bin qeydan dewam dikin, ji niha ve diyar e wê bi heman şêweyî di qada tenduristiyê de jî xwe bi rêxistin bikin û hê zêdetir karê xwe dorfereh bikin. Di tevgera azadiya jinên Kurdistanê de ev kevneşopiyeke xwediya kokên kûr e ku dîrokê ji vê yekê re şahidî kiriye.
Jinên Şingalê li gel yên bakur û rojhilatê Sûriyê yên du pêşengên xwe winda kirîn di binê êrîşan de neperçiqîn û di tevayiya hefteyê de wêneyên wan xistin destê xwe. Bi sond û peymana li pey wan têkoşînê bilindtir bikin meşiyan. Jinên ew ji xwe re mînak girtine dizanin wan xemgînî û şîn heq nekirine, tenê bi israra di têkoşînê de gihana serkeftinê dikare armancên wan bi cîh bîne û ya rast jî ew e. Li Şehba bi def û zirneyan pêşwazîkirina Fermandar Sosin asta girêdan û bilindkirina doza wê ya bêdawî nîşan dide. Ew bû çîrokeke her dem li deverên şer kiriye bê vegotin û bêmirin bû. Di kêliya despêkê de navê xwe li zaroka nû hatî diniyayê kir. Dema ew zarok serboriya navê xwe bizane wê di nava zarokan de diyarker be, hem jî hewl bide xwe bişibîne navê xwe û şanaziyê bi navê xwe bike.






