Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

JIN TV heyecaneke mezin ava kir

02/07/2018
in Uncategorized
A A
JIN TV heyecaneke mezin ava kir
Share on FacebookShare on Twitter

Jinên Dersimî, diyar kirin ku ew di JIN TV’yê de ne weşangeriyeke ku bindestiya hevcinsên wan vedibêje, ew weşaneke ku serketina hevcinsên wan vedibêje dixwazin. Piştî televîzyona jinan JIN TV dest bi weşana xwe kir, heyecanek li jinên dersimî peyda bû. Jinan anî ziman ku ew bawer dikin dê JIN TV tenê ne li Tirkiyê li tevahiya cîhanê bibe dengê jinan. Seda Bûl ku li bajêr esnaf e, diyar kir ku ji ber ku JIN TV bûye dengê jinan wê ev yek bandoreke mezin bide der. Bûl got: “Ji bo ragihandina dengê me jinan, tiştekî girîng e. Loma ji bo me pir taybet e. Divê em jin nûçeyên jinan pêşî ji JIN TV’yê re bişînin. Bi ya min dê tekane kanal be ku jin bi awayekî rihet xwe bînin ziman.” Xebatkara kafeyê Nazlican Gul, anî ziman ku bi vekirina JIN TV’yê heyeceneke mezin li wan peyda bûye û ji bo dengê jinan bilintir bibe tiştekî girîng e. Gul, destnîşan kir ku ew dixwazin di ekranên JIN TV’yê de belgefîlmên derbarê jinan, bernameyên derbarê jinên ku pêşengya civakê dikin bên çêkirin. Gul got: “Bi ya min dê JIN TV dengekî mezin bide.”
Xwendekar Zîlan Gulayatay, diyar kir ku di serdemeke ku jin tên qetilkirin û li ser jinan çewisandin zêde hene de vekirina JIN TV’yê watedar e û got: “Ji bo kesên ku jinan tune dihesibînin bersiveke baş e.” Fatîma Guneş jî, diyar kir ku ji ber JIN TV vebûye ew kêfxweş e û her wiha ji ber ku kanal pirzimaniyê, pirçandiyê esas digire ew bêtir kêfxwe bûye. Guneş got: “Dê jin bi rihetî xwe bînin ziman. Dixwazim weşangeriyeke li gorî rolên zayenda civakiyî bike. Wisa bawer dikim ku dê tesîreke erênî bide der.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.