Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Helbestvaniya herî girîng dengbêjî ye

02/07/2018
in Uncategorized
A A
Helbestvaniya herî girîng dengbêjî ye
Share on FacebookShare on Twitter

Helbestvanê Kurd Rênas Jiyan diyar kir ku di çand û hunera Kurdan de helbestê bi çanda dengbêjiyê re dest pê kiriye û got, “Di çanda Kurdan de rola helbestê xwedî li derketina ziman û wêjeya Kurd e. Helbest firehkirina giyanê mirovan e, mezinkirina ruhê xwe ye.”

Helbestvanê Kurd Rênas Jiyan diyar kir ku di çand û hunera Kurdan de helbestê bi çanda dengbêjiyê re dest pê kiriye û got: “Ji ber agirê helbestê ronahî ye, desthilatdar helbestê ji bo xwe weke gef dibîne.”
Helbestvan, helbestên xwe dikin zimanê lihevparkirina hest û ramana civakan. Cîhana xwe bi xwendevanan re parve dikin. Bi gotineke din; helbest cîhana lihevparkirina pêhesîn, hest, xeyal, hizir û ramanê ye. Raste helbest huner e, lê bi qasî hunerbûna xwe, amûra ragihandina hewcedarî ya jiyanê ye jî. Ew wijdana hevpariya civatê ye. Di helbestê de afirandina lihevparkirina hest, xeyal û ramanê heye.
HELBEST GEŞKIRINA BERXWEDANÊ YE
Helbestvanê Kurd Rênas Jiyan helbest weke azadî, evîndarî û welatparêziyê nirxand û anî ziman ku helbestvanî di heman demê de mirovparêz û ziman parêzî ye. Jiyan li ser rola helbestê di nava çand û hunera Kurdan de got, “Di çanda Kurdan de rola helbestê xwedî li derketina ziman û wêjeya Kurd e. Helbest firehkirina giyanê mirovan e, mezinkirina ruhê xwe ye. Helbest geşkirina berxwedan û doza welat e.”
HELBEST RUHÊ MIN

Ê DUYEMÎNE
Jiyan desnîşan kir ku helbest şêwaza wî ya jiyanê ye û wiha pê de çû: “Ez gelek giyanî û jiyanî li helbestê dinêrim. Helbest weke ruhê min ê duyemîn e û şêwaza min a jiyanê ye. Eger ez helbestan nenivîsim ez nikarim bijîm. Dema ku ez helbestan dinivîsim ez xwe azad hîs dikim. Dema ku ez xwe azad hîs dikim û xwendevanên min wê berhemê bixwînin ew jî xwe azad hîs dikin. Dema di helbestê de xwe dilbirîn pêk neyê, ez xwe dernedim di helbestê de, wê demê wê di ruhê min de pirsgirêkên cuda derkevin. Ji ber vê yekê helbest ji bo min giyanî ye.”
XEBATÊN LI SER WÊJEYÊ DIDOME
Jiyan bilêv kir ku hemû berhemên wî weke ya ewilê ji bo wî girîng û bi wate ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema ez helbestan dinivîsim ez li xwendevanên pêşerojê jî difikirim û helbestan dinivîsim. Ez wêjeya Kurdî hêjayî helbestên baş dibînim û ji bo vê jî hemû helbest ji bo min girîng in. Xebatên min ên li ser wêjeyê herdemê didome û amadekariyên min ên ji bo pirtûkek nû heye.”
DENGBÊJÎ
HELBESTVANÎ YE
Helbestvanê Kurd Rênas Jiyan li ser kurte dîroka helbesta Kurdî jî axivî û ev tişt got: “Baba Tahirê Uryan weke destpêka helbesta Kurdî tê dîtin. Ji bo Kurdan ez dikarim dengbêjiyê weke destpêka helbestê bi nav bikim. Helbesta Kurdî ji çanda dengbêjiyê dest pê kiriye. Çiqas dengbêjî weke muzîk û lorandinê bê gotin jî mirov dikare bêje dengbêjî her wiha helbestvanî ye. Li gorî ferqa roja me ya îro dengbêjî nehatiye nivîsandin. Ji xwe çanda dengbêjiyê çand û hunera Kurdan li ser lingan girtiye. Dengbêjî dewlemendiyek çanda Kurdan e. Di nava Kurdan de helbestvaniya herî girîng jî dengbêjî ye.”
KURD LI HELBESTÊ XWEDÎ DERDIKEVIN
Jiyan di çand û hunera Kurdan de asta helbestê nirxand û got: “Kurd ji helbestê hez dikin. Dema ku em li civakên biyanî dinêrin, em dibînin ku êdî qîmetê bi helbestê nadin û helbestê îhmal dikin. Civaka ku daxwaza azadiyê dike û ji bo welatê xwe têdikoşe, daxwaz û xwedîderketina li helbestê jî zêdetire. Helbest û azadî gelekî nêzî hev in û hevalên hev in. Kurdên azadîxwaz li helbestê xwedî derdikevin, ji ber ku helbest hîsên Kurdan vedibêje û Kurd xwe bi helbestê tînin ziman. Li gorî çavdêriyên min têkiliya Kurdan û helbestê baş e.”
AGIRÊ HELBESTÊ
RONAHÎ YE
Jiyan anî ziman ku herdemê helbest, helbestavan bûne hedefa desthilatdaran û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber ku helbest herdemê rastiyê tîne ser ziman û agirekî yê dilêr e ev jî ji bo desthilatdaran xetere ye. Ji ber agirê helbestê ronahî ye û ji ber rastiya helbestê desthilatdar helbestê ji bo xwe weke gef dibîne.”…ANF

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.