Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Şêxmeqsûdê pişesazî zindî dibe

02/07/2018
in Uncategorized
A A
Li Şêxmeqsûdê pişesazî  zindî dibe
Share on FacebookShare on Twitter

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê 71 pîşesazan piştî aramî li taxê pêk hat, kar û xebatên xwe careke din da destpêkirin. Kar û xebatên hatine destpêkirin, bandorê li pêşketina rewşa aborî ya taxên Helebê dike.
Bajarê Helebê wek paytexta aborî ya Sûriyê dihate naskirin. Di encama şerê 8 salan ê Sûriyê de rewşa welatiyên Helebê pir dijwar bû, wêranî û rûxandin li herêmê pêk hat. Hin kesan ji ber şer malbata xwe winda kir, hinan kar û pîşeya xwe winda kirin. Bi taybet bazirgan û kesên xwedî semyan, neçar man her tiştî li pey xwe bihêlin û koçber bibin. Hinan jî qebûl ne kir dest ji karê xwe ku bûye çavkaniya sereke ya jiyana malbata xwe, berde.
Taxa Şêxmeqsûd jî wekî taxên din ên Helebê para xwe ya giran ji şerê heyî dît. Di taxê de gelek febrîqe û kargeh hebûn. Kar û pîşeyên destan jî pir li taxê dihatin meşandin. Lê ji ber şer û pevçûnan xebatên pîşeyî û bazirganiyê li taxê bi paş ketin.
Bi vegera welatiyan re aramî li taxê pêk hat. Niha jî derdora 71 pîşe û karên cada di taxê de têne kirin. Piraniya pîşesaz û hosteyên wan karan ji gelek herêmên Sûriyeyê hatine û karê xwe li Şêxmeqsûdê dimeşînin. Di taxê de 12 pîşeyên berê dihatin kirin, hebûn. Bi derbasbûna van 71 pîşeyan re êdî hejmara giştî ya kar û pîşeyên li taxê têne meşandin bû 83.
Di taxê de gelek kargehên dirûtina cilan hene, ew jî derdora ji sedî 47 ji pîşeyên têne meşandin. Cureyên cuda yên cilan têne dirûtin. Karên din jî necar, kargehên paqijiyê, kargehên madeyên xwarinê, xwarinên zarokan û wekî din. Di taxê de her wiha gelek kargehên vekirina madeyên avakirinê û yên pîl û pêdiviyên ceyranê jî hene. Li aliyê din jî gelek temîrkarên erebeyan jî hene.
Li gorî serjimartinên rayedarên taxê, niha di taxa Şêxmeqsûd de derdora 5 hezar karker dixebitin. Rayedarên Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd diyar kir ku pêşketina jiyana welatiyan bi xerca kesan ve girêdayî ye. Xerc jî bi kar û xebatan zêde dibe.
Li aliyê din berhemên herêmî bandorê li buhayên madeyan dikin, ji ber wiha buhayên veguhastinê kêm dibe. Zêdebûna kar û xebatan di heman demê de xwetêrkirinê di gelek aliyên jiyanî de pêk tîne.
Endama Rêveber a Komîteya Peymanan a Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd Zeyneb Cernas derbarê mijarê de got ku şaredarî ji bo hêsankirina karê pîşesazan û hostayan hewldanan dike, cihê kar ji wan re peyda dike û ruxseyê dide wan.
Zeyneb Cernas her wiha da zanîn ku beriya niha li taxê hejmareke mezin a dikanan tune bû û wiha dewam kir: “Berê li taxa me dikan zêde nebûn, ev yek jî bû sedema ku buhayên madeyan zêde bibe, lê niha dikandar vegeriyane û vê yekê rê vekir ku buhayên madeyan kêm bibe.” Zeyneb di dawiya axaftina xwe de jî bang li hemû karmend û pîşesazan kir ku vegerin taxê û karên xwe bidomînin…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.