Dîroka Silêmaniyê kêmî 200 sal e. Li tevî vê jî dîrokek a tijî çalakiyên edebî, hunerî, rojnamegerî û siyasî heye. Ev kevneşopiya ji kevin ve tê, hê jî berdewam dike.
Li bajarê Silêmaniyê gelek navendên ji bo pêşxistina vejandina edebiyat, huner û rojnameriyê hene. Yek ji van navendan jî navenda, Jîn a ji bo vejandina çanda rojnamgeriya Kurdî ye. Ev 15 sal e ev navend ji bo zindîkirina rojname, destnivîs û edebiyatê kar dike.
Yek ji damezrenêrê navenda Jîn Sidîq Salih li ser dîroka navendê axivî û diyarkir ku navenda Jîn fikrê Newşîrwan Mistefa bû û wiha axivî; “Peywendiya rewşenbîrî ya min û birayê min mamosta Refîq li gel wî hebû. Wê demê xerîkê nivîsandina dîroka rojnamgeriya Kurdî bû. Di bin berpirsyartiya wî û mamosta Refîq de pirtûkxaneyek dewlemend heye û gelek pirtûk, kovar û rojname tê de hene. alîkariya me dikir.”
Salih li ser dema despêkirina karê xwe jî got; “Di sala 2000’an de projeya zindîkirina rojname û kovara Kurdî destpêkir. Di vê der barê de kesên wek Dr. Kemal Fuad û mamosta Cemal Xeznedar kar li ser vê yekê kiribûn û me ev karê wan gelek girîng didît. Me xwest em vê projeyê berdewam bikin. Hemû hejmarên govar û rojnameyên Kurdî bi dest nakevin, ew ên heyîn jî di rewşek gelek xerab dene. Ji bo vê em vî karî ji bo xwe weke erkek nîştimanî dizanin.”
Salih anî ziman ku dema ku wan nû dest bi vî karî kir, dezgehek a wan tine bû û wan di mal de karê paqijkirina kopyekirina wan rojnameyan dikir. Salih diyarkir ku ev yek demek dirêj bi xwe digirt û wan her yek ji wan du caran li dezgehên Silêmaniyê çap dikirin.
Di Adara 2004’an de navenda bi Jîn destûra fermî ji Wezareta Rewşenbîrî ya îdareya Silêmanî ya Hikûmeta Herêma Kurdistan wergirt. Di Tebaxa 2004’an de dest bi kar kiriye.
Li ser hilbijartin û sedemê navê Jîn jî Sidîq Salih got ku ji bo zindîkirina navê Govara Jîn û zindîkirina navê rojnameya Pîremêrd e û wiha domkir; “Li Navenda Jîn gelek beş hatine vekirin, beşa Makro Film jî beşek ji vê ye. Ev beş ji bo wergirtina belgename, dest nivîsa pirtûk û rojnameyane. Bi rêya Maykro Film ew kel û pel dikare 400 sal bê parastin û bimîne. Beşek din jî ya deng û reng e. Divê beşê de jî vîdeo û wêne tên parastin.”
KOMKIRINA DESTNIVÎSÊN KEVN
Beşek din jî ya di nava navenda Jîn de, beşa komkirin û parastina destnivîsê ye. Di vî beşê de zêdetirî 600 destnîvîsên îsal heye. Ev yek ji bilî yên kevin e.
Li Navenda Jîn sindoqek taybet ji bo rakirina destnivîs, babetên binirx û yên girîng heye. Divê sindoqê de, destnivîs li gorî zanistê hatiye dabeş kirin. Zindîkirina destnivîsên kevin beşek girîng yê navenda Jînê ye.
Di vê beşê de hinek karmendên perwerde kirî hene û pêre mijûl dibin. Salih li ser vê yekê jî got; “Em niha bi kel û pelên xirabûyî ve mijolin. Em wana paqij dikin û çareser dikin. Li vir em vana nû dikin û zêde dikin.”
DESTNIVÎSA ROJNAMÊ
Û KOVARÊN KEVN
Beşa berg yê destnivîs, rojname û govarên kevin jî beşek din ê navenda Jînê ye. navenda Jîn li ser vê yekê jî kar dike û ji bo zindîkirinê xebat dide meşandin. Ji bo beşa berg çermê xwezayî tê bikaranîn.
PIRTÛKXANE BEŞEK JI
NAVENDA JÎN E
Pirtûkxane beşek din ê girîng yê vê navendê ye û gelek girîngî pê tê dayîn. Cihek mezin jêre hatiye veqetandin. Di pirtûkxaneyê de cih ji bo zimanên Kurd, Erebî, Tirkî, Tirkiya Osmanî, Farisî, Ingilîzî û Frensî hatiye veqetandin. Hinek ji nivîskar û rewşenbîr jî pirtûkên xwe pêşkêşî navenda Jînê kirine. Pirtûkxaneya Hîlal Nacî ku rewşenbîrek mezin ê Ereb bû daxwaz kiribû ku pirtûkxaneya xwe bide Celal Telebanî. Lê ji ber nexweşiya Telebanî ev yek pêknehat. Divê pirtûkxaneyê de nêzîk 11 hezar pirtûk hene û pêşkêşî navenda Jîn hatiye kirin.
Navenda Jîn gelek mezine. Gelek govar, rojname û berg têde hatine parastin. Ji rojnameya Iraq û Cimhurî ya serdema Baasê bigre heya rojnameyên Kurdistanê yên niha di nava vê navendê de cih digrin…ROJNEWS






