Li Efrînê her roj mirovên sivîl tên revandin û bi rengekî hovane tênkuştin. Dewleta Tirk ya dagirker ku axa bakurê Sûriyê dagir kiriye her roj li pêş çavên cîhanê sûcên mirovahiyê pêk tîne. Li Efrîna dagirkirî bi her awayî zilm, zordarî û terorê dimeşîne.
Li Efrînê cenazeyên 2 ciwanên din hatin dîtin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker gef li wan dixwarin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê roj bi roj sûcên giran li dijî mirovahiyê dikin. Sûcên; revandina mirovan, destavêtin, talan, xwestina fîdye û komkujî her roj zêde dibin.
Li navçeya Şêrewa ya Efrînê, du ciwanên ku 4 roj bû wenda bûn, cenazeyên wan hatin dîtin.
Çavkaniyên herêmî ragihandin, Mihemmed Elî yê 17 salî û welatiyê Ereb ê bi navê Xelef ê 35 salî ku bavê 3 zarokan bûn, beriya bi 4 rojan li gundê Birc Evdalo yê navçeya Şêrewa ya Efrînê winda bûn. Cenazeyên her du kesan li nava bexçeyên hinara yên gundê Birc Evdalo hatin dîtin.
Xelef, piştî ku şerê navxweyî yê Sûriyê dest pê kir, xwe li herêma Efrînê ku herêma ewle bû, girtibû.
Şahidan gotin, çeteyên El Hamza ên dewleta Tirk a dagirker, çend roj beriya windabûna Mihemmed Elî û Xelef, gef li wan xwarin.
Li Efrînê jinek din hate qetilkirin
Ji aliyê din ve jineke din a Êzidî ji aliyê çeteyên hevkarên dewleta Tirk ve hate qetilkirin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyeke herêmî ya Efrînê hate girtin, jineke din a Êzidî ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve hate qetilkirin.
Hate ragihandin ku Fatma Hamke ya 66 salî, 27’ê Hezîranê dema li gundê Qatma yê Efrînê bû, çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker nîvê şevê bombeyek avête mala lê dima û jiyana xwe ji dest daye. Hamke bi malbata xwe re dijiya.
Piştî leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagirkirin û şûnde, hevjîna Fatma Hamke Henan Bayram jî girtibûn piştî êşkenceyên giran û şûnde berdabûn.
Li gorî çavkaniyên herêmî piştî ku Henan Bayram hate berdan û şûnde zext û zordariya li ser malbatê zêdetir bibûn.






