Rojnameya Ronahî

Li Efrîna dagîrkirî 19 kes ji aliyê çeteyên Tirkan ve hatin revandin

Artêşa Tirkan ya dagîrker û çeteyên wê 4 şêniyên gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagîrkirî, revandin. Herwiha navên 9 sivîlên ji gundê Qurtqulaq yê navçeya Şera ku berî çend rojan ji aliyê çeteyan ve hatibûn revandin, diyar bûn.

Çavkaniyekî taybet ragihand ku çeteyên dewleta Tirkan ya dagîrker 10`ê Tebaxê 4 sivîl ji gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagîrkirî, revandine.

Li gorî çavkaniyê, kesên hatîn revandin ev in: Azad Fadil Erebo, Elî Bekir Elo, Îbrahîm Xalid Elo û Delîl.

Çavkaniyê got, çeteyan kesên revandî birine girtîgeha gundê Îska yê navçeya Şêrewa û li hemberî berdana wan ji malbatên wan fidye xwestine.

Çavkaniyê herwiha navên 9 sivîlên ji gundê Qurtqulaqa Mezin yê navçeya Şera ya Efrînê ku çeteyên Sultan berî çend rojan 15 sivîl lê revandibûn, eşkere kirin. Li gorî çavkaniyê navên wan kesan wiha ne: Mihemed Berekat (60), Îbiş Berekat (20), Luqman Hemade (20), Ehmed Ednan Mistefa (26), Ednan Mistefa (55), Ednan Berekat, Ebdîn Elî Şebab, Mihemed Şêx Ehmed û Luqman Şêx Ehmed.

Çeteyên dewleta Tirkan ya dagîrker mala Mihemed Berekat ku tevî kurê xwe Îbiş Berekat hatiye revandin, herwiha zêdetirî 20 malên din yên heman gundî roxandibûn.

Çavkaniyê diyar kir ku Mihemd Berekat pir nexweş bû, tevî vê yekê jî hat revandin.

ANHA