Rojnameya Ronahî

Li Kobanê pîrozbayiya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê

Salvegera Pêngava 15`ê Tebaxê bi şahiyekê li bajarokê Belek yê başûrê bajarê Kobanê hat pîrozkirin.

Şahî bi durişma “Bi ruhê berxwedana gerîla em salvegera 37`an ya Pêngava 15`ê Tebaxê pîroz dikin” hat orgenîzekirin. Bi dehan welatiyên Kurd û Ereb di şahiyê de amade bûn.

Piştî rêzgirtinê hevserokê Meclisa PYD`ê ya Kantona Kobanê Şêx Ehmed Hemo axivî û salvegera Pêngava 15`ê Tebaxê li Rêber Abdullah Ocalan, şehîdan û girtiyên zindanan pîroz kir.

Şêx Ehmed Hemo bal kişand ser pêvajoya berî pêngava 15`ê Tebaxê ya li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê. Herwiha rewşa Kurdan ya di wê qonaxê de û wiha axivî: “Pêngava 15`ê Tebaxê pêngaveke çarenûsî bû û di demeke dîrokî de pêk hat. Dîrokê ji wê rojê dest pê kir û tîpên wê bi xwînê hatin nivîsandin. Ji ber wê divê îro em hêjayî wê berxwedanê û şehîdên wê bin.”

Pişt re endama Rêveberiya Kongreya Star ya Navçeya Çelebiyê Emîne Ebdurehman axivî û got, ev pêngav bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji gelê herêmê re bû sîwan û jinan hêza xwe jê girt.

Helbestvan Îsmaîl Hecî Murad jî li ser welat û têkoşîna Kurdan ya li dijî dijmin helbest xwendin.

Di dawiya şahiyê de Koma Şehîd Xabûr ya Stiranan çend stiranên xwe gotin û beşdaran govend gerand.

ANHA