Rojnameya Ronahî

Rêjeya serkeftinê 66 e

Encamên ezmûnên dewreya duduyan (tekmîlî) ya refa 12`an li herêma Cizîrê hat ragihandin. Rêjeya serkeftinê ji sedî 66 hat diyarkirin.

Roja Pêncşemê seat 16:00’an encamên dewreya duduyan ya ezmûnên refa 12`an derketin. Li gorî agahiyên ji Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê hatîn bidestxistine, rêjeya serkeftinê gihat ji sedî 66.

28`ê Tîrmehê dewreya duduyan ta ezmûnên refa 12`an li herêma Cizîrê dest pê kir û ji bo beşa zanistî 5`ê Tebaxê, herwiha ji bo beşa wêjeyî 4`ê Tebaxê bi dawî bû. Jimara xwendekarên tevlî dewreya duduyan bûyîn gihat 2 hezarî.

27`ê Hezîrana borî ezmûnên dawiya salê ya refa 12`an (dewreya yekê) bi dawî bû. Rêjeya serkeftina xwendekaran ji sedî 63 bû.

Sala perwerdeyê ya 2020-2021`ê, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê biryara pêkanîna sîstema ezmûnên dawiya salê ji bo refa 12`an da.

ANHA