Rojnameya Ronahî

`Eger jin azad be civak jî azad dibe, ji ber wê dewleta tirkî êrişî jinan dike`

Dilîn EHMED-Qamişlo

Ji bo şkandina vîna jinan, dewleta tirkî ya dagîrker ji her alî ve êriş dike. Zeyneb Mensûr got, ji ber ku bi fikir û felsefeya tevgera azadiyê, jinan xwe bi rêxsitin û azad kiriye, dewleta tirkî bi her rêbaza hovane êrişî wan dike.

Li dijî êrişên dewleta tirkî ya dagîrker, gelê Kurd li seranserê cîhanê çalakiyan li dar dixe. Bi taybetî ji bo şkandina vîna jinan, dewleta tirkî bi siyaseta xwe ya faşîst, li dijî jinan sûcan dike. Armanc ji êrişan tinekirina gelê Kurd e, lewra rizgarkirina gelê Kurd, rizgarkirina teyaviya gelên bindest e.

Li ser mijarê endama navenda Kevana Zêrîn Zeyneb Mensûr diyar kir ku, ji bo têkbirina planên dewleta tirkî û hevkarên wê, pêwîstî bi têkoşîn û avakirina yekîtiyê heye. Zeyneb wiha axaftina xwe domand: “Armanca sereke ya siyaseta dewleta tirkî, astengkirina çareserkirina pirsgirêkên gelê Kurd e. Piştî şoreşa Rojava gelê Kurd herwiha gelên herêmê bi saya tevgera felsefeya azadiyê, heta asteke baş gihîştine mafê xwe. Dewleta tirkî bi hişmendiya xwe ya serdestiyê, dixwaze vê ewleyiya herêmê têk bibe. Li hemberî vê siyaseta faşîst, ya herî girîng avakirina yekîtiya neteweyî ye. Pêwîst e gel bi yekbûn û rêxistinkirina xwe, têkoşîna azadiyê xurt bike.”

`Dagîrkeriyê û sûcên dijmin bi kar û xebatê ji cîhanê re ragihînin`

Zeyneb Mensûr got, divê dagîrkerî û sûcên dewleta tirkî ji cîhanê re were ragihandin. Ji bo wê pêwîstî bi xurtkirina xebatê heye. Zeyneb wiha dirêjî da gotinên xwe: “Divê xebatkarên tevayiya saziyan; leşkerî, siyasî, civakî, çandî û bi taybetî saziyên ragihandinê, lewra ragihandin zimanê civakê ye, sûcên dewleta tirkî yên li dijî gelê Kurd, bi kar û xebata xwe ji cîhanê re ragihînin.”

Zeynebê got, dema mirov bixwaze bizane ka civak azad e ya na, destpêkê divê mirov li rewşa jinê binêre, lewra ku jin azad be civak azad e. Ji ber wê dewleta tirkî êrişê jinan dike. Bi taybetî naxwaze ji jinên Kurd re bingehek were avakirin. Zeynebê herwiha bang li tevayiya jinan kir, bi taybet jinên bakur û rojhilatê Sûrî ku, li keda xwe ya bi hezarê salan xwedî derkevin û ji bo têkbirina planên dijmin, têkoşînê pêş bixin. Zeynebê da xuyakirin ku ji bo jin mafê xwe biparêze, divê kesayet, fikir û felsefeya rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan baş nas bike. Lewra yê ku jinê ji bindestiyê rizgar bike fikir û felsefeya rêbertiyê ye.

‘Şerê navxweyî dikeve xizmeta dijmin’

Endama navenda Kevana Zêrîn Zeyneb Mensûr derheqê girîngiya avakirina yekîtiya neteweyî de got, êrişên niha li ser gelê Kurd tên kirin, sedema wan nebûna yekîtiya neteweyî ye. Herî dawî êrişên ser Zap, Metîn û Ava Şîn yên ser Herêmên Parastinê yên Medya, vê didin diyarkirin û axiftina xwe wiha bi dawî kir: “Bila gelê me hişyar be, armanca dewleta tirkî qirkirina Kurdan e, ne ya rêxistin û kesayetan tenê ye. Banga min ji gel re ew e ku, li xwîna şehîdan, keda dayîkan û têkoşîna jinan xwedî derkevin. Bila her kes bizane ku armanca van êrişan qirkirina Kurdan e. Lê dijmin bi şerê xwe yê taybet û bi siyaseta xwe ya qirêj, hewl dide Kurd şerê hev bikin. Lewra şerê navxweyî dikeve xizmeta wan.”