Rojnameya Ronahî

RAJIN: Deniz Firat tekoşera rastî û heqîqetê bû

RAJIN’ê şopdara heqîqetê Deniz Firat di salvegera 7’an ya şehîdbûna wê de bîr anî û got, emê bi ruhê Denizan û bi biryardariya wê erkên xwe yên vê demê pêk bînin.

Ragihandina Azad ya Jinan (RAJIN) têkildarî salvegera şehîdbûna rojnamevan Deniz Firat ku 8’ê Tebaxa sala 2014’an di êrişa çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bûbû daxuyaniyek da.

Daxuyaniya RAJIN’ê wiha ye:

“Xwediya rastî, Evîn û jiyana azad hevrê Deniz Firat, di salvegera 7an ya şehîdbûna wê de em bi minet, heskirin û rêzdarî bîr tînin. Di kesayeta şopdara heqîqetê heval Deniz de, em tevayiya şehîdên çapemeniya azad bîr tînin. Li hemberî ked û lêgerîna wan ya bêhempa, em soza xwe dubare dikin û biryardariya xwe nû dikin ku rastiyê vebêjin.

Di rastî û dîroka têkoşîna gelê Kurd de, her serdem û pêvajo, serketina wê jî bi berdêlên mezin û bêhempa hatiye misogerkirin. Di sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê, berê hovîtî û êrîşên xwe yên qirker dan ser gelê me yê wergeha Şehîd Rustem Cûdî. Lê çeteyên DAIŞ’ê dema hewl dan êrişên xwe yên qirkirinê pêk bînin, rastî berxwedan û têkoşîna gelê me yê wergehê, sekna gerîla û şopdara wê berxwedana dîrokî heval Deniz Firat hatin. Wek jineke têkoşer, wêrek û legerînera rastiyê, jiyana herî zor û xwedî berdêl hilbijart. Ji bo rastî û heqîqeta êrişên qirker û şerê qirêj ê hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê, ji cîhanê re ragihîne wek rojnamevan û şoreşgera gelê xwe, heta kêliya şehîdbûnê jî, di eniya pêş ya şer de cih girt.

Rojnamevan û şoreşgera hêja hevala me Deniz, ji ber êriş û dagîrkeriya dewleta Tirkan ya qirker, li gel malbata xwe ji salên 1990’î ve di temenê xwe yê piçûk de, ji cih û warê xwe tê koçberkirin. Ji ber wê hevrê Denoz, di wî temenê xwe de rastiya şer û jiyana zehmet nas dike. Hem rastiya şerê dijwar yê li Kurdistanê, herwiha ji heqîqeta berdêlên tên dayîn re şahidiyê dike. Heval Deniz, ew rastiya jiyana tije berdêl, ked û têkoşîner, di kesayeta xwe de, vediguherîne gera li heqîqeta jiyana azad. Li ser vê bîr, bawerî û pîvana welatparêziyê di nav qadên têkoşînê de, jiyana xwe bi evîndara welat û serketina têkoşîna jinê dihone. Li ser şopa Gurbetelî Ersozan, xwe di xeta şoreşgeriya jinê de ava dike, dîtina rastî û gera li heqîqetê, di rastiya jina şoreşger bûyî de dibîne. Hevrê Deniz, bi pênûs, dîmen û kişandina wêneyan bi qasî bû deng û rengê serpêhatiya gerîlayên Kurdistanê, ewqasî jî bi jiyan û çîroka xwe bû parçeyekî ji wan serhatiyan.

Nasname û xeta çapemeniya jina azad, bi saya sekna şoreşger ya mînak û pîvana welatparêziyê ya hevrê Deniz, Gurbetelî û bi dehan şopdarên heqîqetê hat avakirin. Di roja îro de, ev pêşeng û şopdarên heqîqetê ji bo me pîvana serketinê ne. Pîvana yekkirina kesayeta şoreşger û rojnamevaniyê ne. Heval Deniz û bi dehan hevalên di şopa heqîqetê de têkoşiyan, li hemberî feraset û pîvanên rojnamevaniya pergala desthilatdar û mêtîngeh xeta rojnamevaniya şoreşgerî û civakî bûyî afirandin. Ji ber wê em dibêjin, jinên ku dixwezin bibin şodar û lêgerînvanên heqîqeta jin û civakê, bila sekna Denizan ji bo xwe bikin pîvan û mînak. Ji bo çanda rojnamevaniyê, di şexsê jina Kurd de, xwe bi nasname bike, heval Deniz li qadên tekoşînê yê herî zor û zehmet ked û hewldanekî mezin pêşxist. Her wiha di jiyana xwe de, bû temsîlkara vê rastiyê. Di roja îro de jî çapemeniya jina Kurd û kevneşopiya wê, xwe li ser ked û hîmê rastiya van şehîdên mezin ava kir û xwe mezin dike. Ji bo em li ser mîrasa Gurbeteli Ersoz, Denîz, Nûjiyan, Sarye, Şîlan û bi dehan hevriyên din bibin dengê qîrîna her jina têkoşer, xwe bi rêxistin dikin. Ji ber sekna hevrê Denîz, ji bo me israra rastî anîna ziman û domandina gera li heqîqetê îfade dike. Em wek hevalên di şopa wan de, îro ji bo rastî di tariyê de nemînin, ji bo heqîqeta jina berxwedêr bê jiyîn û jiyan kirin têdikoşîn. Xwedî li ked û xeta lêgerînvanên heqîqetê derketin, dikare bi vê biryardarî û îdîaya tekoşînê wateya jiyana azad mezin bike.

Em salvegera 7an ya şehadeta hevrê Deniz Firat pêşwazî dikin. Di roja îro de jî plangeriya qirkirina gelê Kurd û jina berxwedêr di meriyetê da ye. Li hemberî wê jî berxwedaneke dîrokî heye. Em weke şopdarên xeta Denîzan, ji bo bibin dengê berxwedan û tekoşîna jinên ku îro pêşengî ji berxwedana dîrokî re dikin, em ê bi ruhê Denîzan û bi biryardariya wê erkên xwe yê vê demê pêk bînin. Bi vê bîr û baweriyê em carek din şehîd Denîz û tevahî şehîdên çapemeniya azad bi rêzdarî û heskirina heqîqetbûyî bi bîr tînin û soza xwe nû dikin.”

ANHA