Idrîs Henan
Di wextekê de ku balafirên şer û cengê yên dagîrkeriya tirkî Herêmên Parastinê yên Medya û gundewarê başûrê Kurdistanê bombebaran dikirin, wezîrê karê derve yê tirko Silêman Soylo li Efrîn û Şirnexê gef li hebûna Kurdan dixwar. Wisa xwe û literatûra xwe dida nasîn ku xwedêgiravî; pêkanîna aştiya li Sûriye û Iraqê berpirsiyariyên wî û dewleta wî ne?!. Soylo ‘efendî’ li Şirnexê digot, rojên emê bi meşê biçin Sûriye û Iraqê nêz bûne. Ji bo ku çilekî û azweriyên xwe yên mêtingeriyê zêde eşkere bike ev jî digot: “Emê hemû bibin zarokên welatekî bihêz û dewlemed”. Soylo ‘Efendî’, tuyê çawa û li paş çi bibî zarokê welatekî bihêz û dewlemed? Ger em tenê cografyaya Kurdistanê, Yonan û Skenderonê jê derxin, çi yê te ji bilî wan çend kerxaneyan heye? Eceba tuyê ji kîs kê ewqas fors-morsan biavêjî? Mebesta zilam gelek eşkere ye. Paşperdeya axaftina wî mayîndekirina dagîrkeriyê û berfirehkirina cografyayê ye. Soylo yê ku Sadatê mafyoz ew cerisandiye, dema ku berpirsiyariya pêkanîna aştiya li Sûriye, Iraq, Efxanistan, Libya, dinyaya islamî û mirovatiyê weke erkekî xwe dibîne, zilam çilekî û niyetên xwe yên devbixwîn vedibêje. Ji lewra bê şerm û bê fedî azweriyên wan çi bin dibêjin. Ji ber ku di bingeha siyaseta Tirkiyê de ti rêzdarî û naskirina qanûnên navneteweyî nînin. Xwediyên daxwaziya mêtingeriyê û xeyalên osmancîtiyeke nûjen yên kirêt in. Di her liv û tevgera wan de desteserkirin û xesbkirin esas in.
Parelelî gewtegewtên wezîrê karê derve yê Tirkiyê Silêman Soylo, li cihekî din deng û rengê faşîst Erdogan bilind dibû. Ango; daxuyaniyên Erdogan derbarê Faroşaya Qibris de, ragihandina avakirina 50 hezar xaniyî li bakurê Sûriyê “li cihên di binê siya dagîrkeriyê de ne” û binpêkirina Soylo ji sînorên Sûriyê “hatina Efrîn û Ezazê” re, ne tiştekî tesaduf û lêhatî ye. Tirkiyê di êrişên 2018’an yên ser Efrînê de, got em di pêkanîna naveroka mîsaqa milî de bi rijd in. Esas êrişên ser Efrînê qonaxa rasteqîn ya pratîzekirina wê bû. Pişt re bi Serê Kaniyê û Girê Spî re ew hişmendiya xwe da teyisandin û tekûzkirin. Ger îro jî li başûrê welêt êrişeke topyakûn bi rê ve dibe, di vê çarçoveyê de ye. Di bingehê hatina Soylo ya Efrîn û Ezazê û zirezira Erdogan de, vegotina vê hişmendiyê heye.
Tirkiye dewleteke wisa ye ku siyasetê li gorî berjewendî û çilekiyên xwe dimeşîne. Yek ji welatên dagîrker yên herî hov e. Bi siyasetên xwe yên kuştin, qirkirin, destdirêjiya li ser zindî û miriyan, bi kiryarên komkujî û mişextekirinê re ti pîvanên navdewletî û ne jî yên exlaqî nas dike. Jixwe dizanin ku ji aliyê qanûnî ve ti rewatiyeke hatina Soylo ji Efrîn û Ezazê re nîne. Ji binpêkirinekê wêdetir ti navekî din lê bar nabe. Hemû derdor dizane ku mebesta wan, rewatiya kiryarên qirker û siyaseta guherîna demografîk yên li herêmên dagîrkirî dimeşîne ye. Di heman demê de hewldanek têkûzkirina dagîrkeriyê, vegotina azweriyên dersînor û qursantiyek ji rêzê ya derexlaqî ya Tirkiyê ye. Eger îro li bakur, başûr û rojavayê welêt êrişên bi mebesta tinekirinê hebin, ji ber wê hişmendiya pala xwe daye rêbazên desteserkirinê ye. Ger îro nikare agirekî jî vemirîne, ji ber xezeba xwezayê li hemberî vê siyaseta qirker e. Jixwe hewce nake mirov pir rave bike, rewşa îro naveroka rasteqîn ya sîstemeke wisa “totikvala” baş dide pênasekirin.






