Navenda Nûçeyan
Rojamevanê Iraqî û Lêkolînerê karûbarê Kurdan Nacî Elî da zanîn ku idiayên dewleta Tirkan yên têkildarî PKK`ê xepandin e û rewakirina sûcên dike ye. Herwiha got, tişta ku niha di nava YNK`ê de dibe bixeter e, lewra dewleta Tirkan piştgiriya nakokiyên di nava YNK`ê de dike.”
Nacî Elî bal kişand ser behaneyên dewleta Tirkan û wiha axivî: “Idîayên dewleta Tirkan yên têkildarî hebûna PKK`ê li bakur û rojhilatê Sûriyê û li başûrê Kurdistanê, xepandin e û rewakirina sûcên ku li bakur û rojhilatê Sûriyê û başûrê Kurdistanê, Mexmûr û Şingalê li dijî sivîlan dole ye.”
Elî da zanîn ku helwesta hikumeta Herêma Kurdistanê li hemberî van destwerdanên dewleta Tirkan şermeke mezin e. Lewra dewleta Tirkan bi awayekî leşkerî destwerdana Iraqê dike û baregehên xwe li wir ava dike.
Elî da xuyakirin ku dewleta Tirkan ji aliyekî ve Idîa dike ku destekê dide gelê Iraqê, lê ji aliyekî din ve jî avê li ser wan qut dike û ev xapandineke mezin e.
Nacî Elî nirxandina xwe ya têkildarî dewleta tirkî wiha domand:
‘Dagîrkirina dewleta Tirkan ya beşek ji rojavayê Kurdistanê-Sûriyê û başûrê Kurdistanê-Iraqê bi behaneya şerê li dijî PKK`ê, di çarçoveya planeke Tirkî-Erdoganî de ye ku dixwaze Împaratoriya Osmaniyan vejîne. Hinek alî hene dibêjin ku PKK li herêmên Kurdan yên li çar parçeyên Kurdistanê ye ji bo wê dewleta Tirkan êriş dike, lê gelo ma PKK`ê li herêma El-Busra ya li başûrê Iraqê jî heye ku dewleta Tirk serweriyeke xwe ya mezin li wir ava kiriye.’
Li ser nakokiyên di nava YNKê de jî Nacî Elî wiha axivî: ‘Şerê ragihadina Tirkiyê li dijî Silêmaniyê û bi taybet li dijî YNK`ê, sedema wê eşkere ye. Lewra YNK piştgiriya mirovî dida tevayiya pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyê û piştgirî dida doza kurdî li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê. Ji ber wê dewleta Tirkan roleke xerab dilîze da ku YNK`ê ji hev bixe. Îran jî heman rolê dilîze ku partiyên kurdî li başûrê Kurdistanê ji hev bixe.’
Çavkanî-ANHA