Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xwendekarên Efrînê li Zanîngeha Rojava ne

30/06/2018
in Uncategorized
A A
Xwendekarên Efrînê li Zanîngeha Rojava ne
Share on FacebookShare on Twitter

Piştî ku dewleta tirk Efrîn dagir kir, xwendina bi hezaran xwendekarên dibistan, peymangeh û zanîngeha Efrînê di nîvî de ma. Zanîngeha Rojava ya ku hinek xwendekarên Zanîngeha Efrînê yên ku beşê wan di zanîngehê de heye di nava fakulteyên xwe de bi cih kirin.

Zanîngeha Rojava ya ku hinek xwendekarên Zanîngeha Efrînê yên ku beşê wan di zanîngehê de heye di nava fakulteyên xwe de bi cih kirin. Ji rêveberên Zanîngeha Rojava Merwa Elyas bang li xwendekarên Efrînê kir û got: “Xwendekarên ku beşên wan di Zanîngeha Rojava de tune ye jî bila serlêdana beşên din bikin, da ku bê xwendin nemînin.”
Piştî ku dewleta tirk a dagirker di 20’ê çileyê de êrîşên dagirkerî birin ser Efrînê, xwendina bi hezaran xwendekarên dibistan, peymangeh û zanîngeha Efrînê di nîvî de ma. Yek ji van saziyên perwerdeyê jî Zanîngeha Efrînê ye.
Zanîngeha Efrînê, yekem zanîngeh e ku li Rojava di sala 2015’an de hatiye vekirin. Di zanîngehê de 4 fakulte û 6 beş hene. Ev beş tenduristî, wêje, ragihandin, endezyariya çandiniyê, endezyariya mekanîk û beşa aboriyê ne. Bi giştî nêzî 850 xwendekaran lê dixwend.
Piştî ku Zanîngeha Efrînê ji aliyê dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ve hat girtin, perwerdeya xwendekarên zanîngehê di nîvî de ma. Zanîngeha Rojava ya ku li Herêma Cizîrê bajarê Qamişlo hatiye vekirin, ji bo xwedîderketina li xwendekarên Efrînê, kampanyayek di destpêka nîsanê de ji bo wergirtina xwendekarên Zanîngeha Efrînê da destpêkirin. Komîteyeke qeydkirina xwendekaran li Şehbayê û di heman demê de komîteyek jî li Zanîngeha Rojava jî hat avakirin.
Xwendekarên Efrînê yên ku beşên wan li Zanîngeha Rojava hene, serlêdana Zanîngeha Rojava kir. Zanîngeha Rojava di sala 2016’an de hat vekirin. Zanîngeha Rojava ji 6 fakulteyan; çandinî, wêjeya kurdî, petrol û petrokîmya, hunerên bedew, jineolojî û zanistên perwerdeyê pêk tê. Bi giştî 720 xwendekar li Zanîngeha Rojava dixwînin.
Zanîngeha Rojava ji bo xwendekarên Efrînê di fakulteyan cih veqetandin. Di heman demê de cihên mayînê ji bo wan amede kirin. Xwendekarên Efrînê yên ku beşên wan di Zanîngeha Rojava de tune ne, dîsa zivirîn herêma Şehbayê. Xwendekarên ku beşên wan di zanîngehê de heyî niha li Qamişlo dixwînin. Bi giştî 15 xwenekarên Efrînê li Qamişlo dixwînin. Ji 15 kesan 13 xwendekar di Falkulteya Wêjeya Kurdî û 2 xwendekar jî di Fakulteya Endezyariya Çandiniyê de dixwînin.
Endama Rêveberiya Fakulteya Wêjeya Kurdî Merwa Elyas diyar kir ku ew wek rêveberiya Zanîngeha Rojava xemgîn in ku hemû beşên li Zanîngeha Efrînê hebûn, niha di halê hazir de li Zanîngeha Rojava tune ne. Merwa Elyas da zanîn ku niha derfetên wan ên vekirina fakulteyên nû tune ye, lê di demên pêş de ew ê hewl bidin fakulteyên nû vekin.
Merwa bang li xwendekarên Efrînê kir ku tu carî hêviya xwe neşikînin û wiha got: “Xwendekarên ku beşên wan di Zanîngeha Rojava de tune ne jî, bila serlêdana beşên din bikin da ku bê xwendin nemînin.”…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.