Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Wê projeya demokratîk bi ser kev e

30/06/2018
in Uncategorized
A A
Wê projeya demokratîk bi ser kev e
Share on FacebookShare on Twitter

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê Îlham Ehmed di Kongreya Damezirîner a Meclisa Ciwanên Reqayê de axivî û diyar kir ku ew amade ne ji bo danîna destûra nû ya Sûriyê bi rêjîma Sûriyê re danûstandinan bikin. Îlham wiha got, “Tevî hemû hewldanên li dijî gelên Sûriyê jî wê projeya demokratîk bi ser bikeve.”

Ciwanên zana dikarin Sûriyeyê ber bi demokrasiyê ve bibin
Îlham Ehmed diyar kir ku ew amade ne der barê pêşeroja Sûriyeyê de bi rêjîma Sûriyeyê re danûstandinan bikin û li ser rola ciwanan jî got ku ciwanên birêxistinkirî dikarin Sûriyeyê ber bi demokrasiyê ve bibin.
Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê Îlham Ehmed di Kongreya Damezirîner a Meclisa Ciwanên Reqayê de axivî û got ku ew amade ne ji bo danîna destûra nû ya Sûriyê bi rêjîma Sûriyê re danûstandinan bikin.
Îlham Ehmed di axaftina xwe de bal kişand ser şerê dijwar ku li Sûriyê pêk tê û wiha axivî: “Li Sûriyê şerên dijwar rûdidin. Ev şer di encama itîfaqa di navbera Amerîka û Rûsyayê de li dijî komên çekdar ên li Derayê pêk hatiye. Hin komên çekdar li hin herêman hebûna xwe ya leşkerî bi dawî kirin. Van koman qebûl kir ku biçin herêmên din ên Sûriyê. Ev di çarçoveya guhertina demografîk a li Sûriyê de pêk hatiye. Ew hewl didin herêmên taybet bi xwe ava bikin. Rewşa Iraqê jî li ber çavan e.”
Îlham Ehmed di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku tiştê di pratîkê de pêk tê kiryarên dewletên herêmê nîşan dide û wiha dewam kir: “Tiştê li herêmê pêk hat, helwesta siyasî ya herêmî ya li dijî gelê Sûriyê nîşan dide. Lewma em dibêjin ku tevî hemû hewldanên ku têne kirin wê projeya demokratîk bi ser bikeve.”
Hevseroka MSD’ê Îlham Ehmed bi bîr xist ku gelek aliyan got ku projeya me Sûriyê parçe dike û got: “Em jî dibêjin ku yên Sûriyê parçe dikin ew dewletên herêmî yên kiryaran li dijî gelê Sûriyê pêk tînin. Tiştê niha li Derayê pêk tê jî vê yekê nîşan dide.”
Têkildarî danûstandinên bi rêjîma Sûriyê re jî Îlham Ehmed wiha got: “Em amade ne derbarê pêşeroja Sûriyê de bi rejîma Sûriyê re danûstandinan bikin, da ku em destûra nû ya Sûriyê deynin. Em hewl didin hemû Sûriye demokratîk be û ne be ya yek neteweyê. Em ji bo vê yekê têkoşînê dikin. Îro em dibînin ku hin alî daxuyaniyan didin. Berê me gotiye em amade ne, lê ew alî ne amade ne. Em amade ne li ser destûra nû ya Sûriyê û bidawîkirina aloziya Sûriyê danûstandinan bikin. Em aramiyê û ewlekariyê ji gelê xwe yê Sûriyê re dixwazin.”
Hevseroka MSD’ê Îlham Ehmed di dawiya axaftina xwe de got bi ciwanên zana û birêxistinkirî ew dikarin Sûriyê ber bi bernameyeke demokratîk û azad ve bibin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.