Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Tirkiye li bakurê Sûriyê dagirker e

30/06/2018
in Uncategorized
A A
Tirkiye li bakurê Sûriyê dagirker e
Share on FacebookShare on Twitter

Hiqûqnasên kantona Girê Spî diyar kirin ku siyaseta Tirkiyê li hemberî Bakurê Sûriyê siyaseteke “dagirkeriyê” ye û hewl dide fitne û tevliheviyên mezhebî û etnîkî di nava pêkhateyên herêmê de derxîne. Hiqûqnasan piştrast kirin ku Tirkiye bi dagirkeriya xwe di axa Sûriyê de hemû pîvan û qanûnên navnetewî binpê dike.
Hiqûqnasên kantona Girê Spî ya herêma Firatê derbarê siyasetên Tirkiyê yên li herêmê nirxandin kirin.
Endamê Komîteya Lêpirsîn û Gilîkarî ya Dadgeha Gel Muslim Mihemed diyar kir ku armanc siyaseta Tirkiyê li Bakurê Sûriyê “dagirkerî” ye û bajarê Efrînê jî nîşana vê yekê ye. Mihemed got, “Tirkiye hewl dide Minbicê jî dagir bike û Tirkiye hewl dide fitne û tevliheviyên mezhebî û etnîkî di nava pêkhateyên herêmê de derxîne.
Girêdayî gefên dawî yên Tirkiyê li dijî Minbicê Mihemed got: “bajarê Minbicê mînaka biratî û jiyana hevbeş e. Welatiyên Minbicê bi xwe karûbarên xwe yên sivîl û leşkerî didin meşandin. Destwerdana Tirkiyê di karûbarên Sûriyê de qanûn û pîvanên navnetewî binpê dike û rêzdariyê ji sînorên dewletên cîran re nagire. Biratiya gelan û jiyana hevbeş li Minbicê ne li gorî berjewendiyên Tirkiyê ye. “
GEFÊN AMADEKARIYA DAGIRKIRINÊ YE
Dadger û Endamê Desteya Edaleta Civakî Mihemed Îsmaîl jî girêdayî heman mijarê axivî û diyar kir ku gefên Tirkiyê û siyasetên wê li hherêmê amadekariya dagirkeriyeke nû li herêmê ye û got: “Ala Tirkiyê ku li ser axa Sûriyê hatiye bilindkirin nîşana siyaseta dagirkeriyê ye û cîhan li hember vê dagirkeriyê bêdeng e.”
Îsmaîl got: “Divê em weke gelê Sûriyê hevgirtina xwe xurt bikin û ji bo derxistina dagirkeriyê tê bikoşin.”
Dadgerê Dadgeha Gel a Girê Spî Casim Îsmaîl jî diyar kir ku Erdogan qanûn û pîvnanên navnetewî binpê dike û ji bo dagirkirina axa Sûriyê çeteyan bikartîne.
Îsmaîl wiha got: “Tirkiye hewl dide aramî û ewlehiya li herêmê têk bibe. Em weke pêkhateyên herêm ti carî dagirkeriyê qebûl nakin.”…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.