Rojnameya Ronahî

Pêla çaran ya korona tê

Ciwan Mistefa ji belavbûna pêla çaran ya korona li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê hişyarî da û bang li xelkê kir ku tedbîrên xweparastinê bigirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku pêla çarab ya vîrûsa korona vê dawiyê li welatên cîran belav bûye û got, dibe ku li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê jî belav bibe.

Mistafa teqez kir ku pêla çaran ya vîrûsa korona ji yên berê bixetertir e, herwiha bang li gel kir ku tedbîrên xweparastinê yên pêwîst bigirin.

Di rojên derbasbûyî de, li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê jimara nexweşên korona zêde bû. 26 ‘ê Tîrmehê jimara pêketiyan gihîşt 29 kesan.

ANHA