Roja Çarşemê dewreya duduyan ya ezmûnên dawiya salê ya refa 12`an li herêma Cizîrê dest pê kir. Nêzî 2 hezar xwendekar tev li dewreyê bûn.
27`ê Hezîrana borî ezmûnên dawiya salê ya refa 12`an (dewreya yekê) bi dawî bûn. Pişt re encama ezmûnan derket û rêjeya xwedenkarên bi ser ketîn ji sedî 63 bû. Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê ji bo alîkariya xwendekaran, dewreyeke din (Tekmîlî) ragihand.
Roja Çarşemê bernameya dewreya duduyan ya ezmûnên refa 12`an li herêma Cizîrê dest pê kir. Li gorî Navenda Ezmûnan ya herêma Cizîrê, jimara xwendekarên tevlî ezmûnên dewreya duduyan (tekmîlî) dibin 2 hezar e.
Ji bo refa 12`an beşa wêjeyî ezmûn ji î28`ê Tîrmehê û heta 4`ê Tebaxê dewam dikin. Ji bo beşa zanistî jî ezmûn ji roja Çarşemê heta 5`ê Tebaxê dewam dikin.
Hêjayî gotinê ye ku cara yekê ye li herêma Cizîrê ev sîstema ezmûnan pêk tê.
3 hezar û 172 xwendekaran li herêma Cizîrê ezmûnên refa 12`an bi dawî kiribû.
ANHA