Sunday, June 7, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Zîlan trajediya Kurdan ji hev xist

30/06/2018
in Uncategorized
A A
Zîlan trajediya Kurdan ji hev xist
Share on FacebookShare on Twitter

Alî Haydar Kaytan diyar kir ku çalakiya Zîlan (Zeynep Kinaci) çalakiyeke jiyana nemir e.
Çalakiya gerîlaya PKK’ê Zeynep Kinaci (Zîlan) ku 30’ê Hezîrana 1996’an li navenda Dersimê pêk anî, rê li ber serdemeke nû vekir. Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Alî Haydar Kaytan, di salvegera 22’an a çalakiya Zîlanê de ji MedyaHaber TV yê re axivî.
Kaytan di destpêka axaftina xwe de bi rêzdarî Zîlan bi bîr anî û işaret bi şerê giran ê salên 90’î yên li Kurdistanê kir.
SALÊN QIRKIRINA FÎZÎKÎ
Kaytan bi bîr xist ku di salên 90’î de konsepteke înkar û tinekirinê li ser kar bû û got, “Weke dema Çîller-Agar-Gureş tê naskirin. Bi hezaran gundên Kurdan hatin şewitandin û xerakirin, Kurdistan ji gelek aliyan ve bê mirov hate hiştin û mirov dikarin bêjin ku salên qirkirina fîzîkî bû. Ya ku rê li ber çalakiya hevrê Zîlan vekir, konsepteke êrîşê ya li dijî Rêber Apo bû.”
Kaytan destnîşan kir ku wê wextê dihate xwestin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê fîzîkî ve ji holê were rakirin û got, “6’ê Gulana 1996’an bi wesayiteke bombebarkirî êrîş hate kirin. Bi tonan teqemenî li wesayitê bar kirin û pê êrîşî Rêber Apo kirin. Vê yekê bandoreke giran li ser gel bi taybetî li jinan kir. Di nava gel û kadroyan de bû sedema hêrseke mezin. Bêguman dihate xwestin ku bersiv ji vê yekê re bê dayin. Bi taybetî hevala Zîlan bersiva vê yekê da.”
RÊBAZEKE NÛ YA ÇALAKIYÊ BÛ
Alî Haydar Kaytan da xuyakirin ku Zîlan bi çalakiya xwe hişyarÎ da gel, hêzên gerîla û milîtanên PKK’ê û wiha dewam kir: “Ji bo bersiv ji êrîşên dijmin re bê dayin, ji aliyê taktîkî ve zor û zehmetî hebûn. Hevala Zîlan bi çalakiya xwe re ev rewşa xitimandî ji holê rakir.”
Kaytan destnîşan kir ku çalakiyeke bi vê rêbazê, cara yekê bû ku di dîroka têkoşîna wan de dihate kirin û got, “Ji ber ku cara yekemîn di dîroka me ya têkoşînê de hate kirin, bandoreke giran li herkesî kir û her kes hejand.”
NAMEYÊN WÊ GELEKÎ WATEDAR BÛN
Kaytan bi dewamî got, “Dema ku min bihîst, ez li Kurdistanê bûm. Destpêkê kesî nedizanî bê çalakî ji aliyê kê ve hatiye kirin. Me bihîst ku çalakî ji aliyê hevrêyeke me ve hatiye kirin. Name hebûn. Wê bi rêya cîhazê bihata xwendin. Tevî hevalê Cemal (Mûrad Karayilan) me li nameyan guhdarî kir. Nameyên wê gelekî bi bandor bûn. Her gotineke xwe watedar bû. Encama kûrbûneke mezin bû. Ji Rêbertî, ji hevrêyên xwe û ji gel re name nivîsandibû.”
XWEST WATEYÊ BIDE JIYANÊ
Kaytan diyar kir ku çalakiya Zîlan divê tenê weke çalakiyeke fedayî neyê dîtin û destnîşan kir ku mijara bingehîn a Zîlan jî li ser disekinî, xwegihandina wateya jiyanê bû. Kaytan bi bîr xist ku Zîlan bi gotina “Dixwazim bibim xwediyê çalakiyeke mezin” ev daxwaza xwe bi rengekî vekirî raxist pêş çavan.”
Kaytan anî ziman ku li Kurdistanê jiyaneke parçekirî, rastiya gelekî di nava qirkirina çandî de digevizî heye û wiha dewam kir: “Ev yek tê wateya parçebûna û ji hev xistina topyekûn a civakê. Yanî dihat wê wateyê ku bandor li mejî, li hemû hucreyên civakê bike û ji hev belav bike. Gelek mirovan, dibe ku me jî di nava şert û mercên wê wextê de destpêkê ev çalakî weke çalakiya întixarî bi nav kirin. Me bi zelalî dît ku ev yek şaşitiyeke mezin e. Ev yek çalakiya jiyaneke nemir e.”
Kaytan işaret bi perspektîfa Zîlan a ji bo jiyanê kir û got, “Berê çalakiya xwe ne li mirinê ye. Dibêje, ‘Îdîaya min a ji bo jiyanê gelekî mezin e’ û bi vî rengî dest bi çalakiya xwe dike.”
ZÎLAN TRAJEDIYA
KURDAN TÊK BIR
Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Alî Haydar Kaytan da zanîn ku çalakiya Zîlan di heman demê de trajediya Kurdan têk bir û herî dawî got, “Rastiyeke bi vî rengî hebû; mêrê Kurd ê teslîm hatiye girtin û li derveyî hemû çeperên desthilatdariyê hatiye hiştin û jinên ku desthilatdarî lê dihate ferzkirin. Heta ku ev rastî ji holê nehatibûya rakirin, trajediya kolekirina Kurdan nekarîbû bê têkbirin. Zîlan ev trajedî ji hev xist.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN
HAJMARA PDF

CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN

07/06/2026
QUNCIK NIVÎS

Gelo wê lêvegera Kurdan ava bibe!

07/06/2026
‘Piştî azadbûnê em bi hêztir bûne’
CIVAK Û JIYAN

‘Piştî azadbûnê em bi hêztir bûne’

07/06/2026
Cotkarên kartolan li Ewropayê ziyanên madî yên mezin dibînin
CîHAN

Cotkarên kartolan li Ewropayê ziyanên madî yên mezin dibînin

07/06/2026
Koreya Bakur hilberîna Uranyomê du qat zêde kiriye
CîHAN

Koreya Bakur hilberîna Uranyomê du qat zêde kiriye

07/06/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lihevkirinên Şam-Moskovayê: Pergala kevn tê nûkirin û Sûrî ji mafên xwe bê par dimînin

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.