Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

AKP’ê di hilbijartinê de hîle û zext kir

30/06/2018
in Uncategorized
A A
AKP’ê di hilbijartinê de hîle û zext kir
Share on FacebookShare on Twitter

Heyeta ku ji Ewropa ji bo şopandina hilbijartina çûbû Kurdistanê, daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku AKP’ê di hilbijartinê de serî li hîle û zextan da.
Nûnerên partiyên siyasî yên ku di pêvajoya hilbijartinê de weke delegasyon çûbûn Kurdistanê diyar kirin ku li vir zext li wan hatiye kirin, li navenda Partiya Komunîst a Fransa daxuyaniyek da çapmeniyê. Di civînê de rêveberên HDP’yî jî amade bûn.
Li ser navê delegasyonan di civînê de berdevka Keskan Sandra Regol, Berpirsê Têkiliyên Navneteweyî yê Partiya Komunîst ê Fransa Pascal Trre, Berdevkê Partiya Çep Danîelle Sîmonet û li ser navê HDP’ê Nûnerê Ewropa Eyûp Dorû amade bûn.
BÊHIQÎQÛ Û SEXTEKARÎ
Eyûp Dorû: “ji bo hilbijartinê gelek delegasyon hatibûn herêmê. Gelek delegasyonên hatin herêmê zext lê hatin kirin û bêhiqûqî û sextekariya hate kirin, kirin bi belge. Tevî hemû hîle û sextekariyan partiya me 11,7 deng bi dest xist.”
EM HATIN DESTGÎRKIRIN
Pascal Torre: “Em li Agirî hatin destgîrkirin. Tevahî rojê destgîrkirî bûn. Endamên delegasyonê cuda cuda hatin lêpirsîn. Li wan gef hatin kirin. Di dema hilbijartinê de sindoqên li gundan birin navendan. Gundî rêya 80 km bi organîzasyona HDP’ê yan jî bi lingan karî biçin dengê xwe bikar bînin. Ji ber ku wesayîtên gund hatibûn rawestandin. Ji xwe sibehê hinek buro ji aliyê leşekeran ve hatibûn girtin. Dema ku me xwest em biçin van buroyan hatin destgîrkirin.”
HILBIJÊR DIBIN DORPÊÇA LEŞKERAN DE BÛN
Nûnera PCF Hulya Tûran: “Dema destgîrkirinê de em hemû seatekê hatin lêpirsinkirin. Fermandarê jendermeyan yê herêmê got ji ber pirtûka me ya bi sernavê ‘stop Erdogan’ ku berê hatibû derxsitin, ji ber sûcê ‘heqerata li serokkomar’ wê me bigrin. Piştre navê kurê min nîşan da û got wê ji bo wî jî pirsgirêk derbikevin û gef li min xwarin. Di nava rojê de 2 destgîrkirin çêbûn. Armanca wan ew bû ku ji bo em pêvojaya hilbijartinê ne şopînin me ji herêmê dûrbixin. Piştî vê pêvajoyê pêwîst bû piştevaniya bi hêzên demokrat yên Kurd û Tirkiyê re hê bêhtir bihata xurtkirin. Tevî hemû zextan derxistina HDP’ê ya 67 wekîlan gelek girîng e.”.
ME PÛSÛLAYÊN HATIBÛN AMADEKIRIN DÎT
Berdevka Keskan Sandra Regol: “Li pêşiya buroyên hilbijartinê leşker û polîs amade bûn. Piştre delegasyona me ragihand ku buro hatine girtin. Em li Pirsûsê bûn. Li vir pûsûlayên ku berê hatibûn amadekirin me dîtin. Ev vekirî dihate kirin. Armanca mudaxeleya li me kirin xwestin ku em van hîleyan nebînin. Dema ku sindoq hatin vekirin me dît ku çawa di tevna civakî de encamên hilbijartinê tên eyarkirin. Heta ku em li wir bûn û derketin li ser hemû deleqasyonan dorpêçek hebû.”
HEDEFA WAN HEMÛ
TEPISANDINA HDP’Ê BÛ
Delegasyona Partiya Çepgir Danîelle Sîmonet: “Li Amedê me pêvajoya hilbijaritnê şopand. Yekîneyên leşkeran di pêvajoya hilbijartinê de aktîv bûn; li nava hemû buroyên hilbijartinê de cih girtin. Hemû armanca dewletê tepisandina HDP’ê bû.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.