Rojnameya Ronahî

Revandina nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD`ê ket roja 48an

Revandina nûnerê Rêveberiya Xweser û endamên têkiliyan yên PYD`ê ji aliyê çekdarên PDK`ê ve ket roja 48an û hê jî çarenûsa wan ne diyar e. 

10`ê Hezîranê, çekdarên PDK`ê nûnerê Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê yê li Hewlêrê Cîhad Hesen û endamên têkiliyên PYD`ê Mistefa Xelîl Osman û Mistefa Ezîz Mistê ku ji bo pêşwaziya mêvanên xwe diçûn balafirgeha Hewlêrê, revandin.

Ji wê demê ve, tevî xwestekên Rêveberiya Xweser û PYD`ê, PDKê cihê endamên revandî û sedema revandina wan, diyar nekiriye.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser roja yekê ya revandina nûneran daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em dibînin ku ev kiryar aloziyê kûrtir dike û riya diyalogê lewaz dike. Ji ber wê em hêvî dikin ku ti aliyên başûrê Kurdistanê di vê pêvajoya hesas de nekevin pey projeyên provokatorî yên ku dewleta tirkî yên derxstina şerê navxweyî.” Daîreyê herwiha banga eşkerekirina çarenûsa endamên hatîn revandin kir.

ANHA