Rojnameya Ronahî

Konferansa Yekîtiya Êzîdiyan ya Efrînê li dar dikeve

Di çarçoveya amadekariya lidarxistina konferansa 4’an ya Yekîtiya Êzşdiyan ya Efrînê de li Helebê civîneke berfireh hat lidarxistin. Di civînê de endamên nû tev li yekîtiyê bûn û hevserokatiya nû ya yekştiyê hat hilbijartin.

Konferansa 4’an ya Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê wê 3’yê Tebaxê an go di salvegera 7’an ya komkujiya Şingalê de li Şehba were lidarxistin. Di çarçoveya amadekariya konferansê de, Mala Êzîdiyan ya Helebê civîneke berfireh li hola civînan ya beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûd li dar xist.

Hevseroka Mala Êzîdiyan ya Helebê Gulê Xezal bixêrhatina beşdaran kir. Pişt re Hevseroka Yekîtiya Êzîdiyan ya Efrînê Sûad Hiso axivî û bal kişand ser fermanên li dijî Êzîdiyan hatîn kirin.

Sûad di dewama axaftina xwe de got, divê civaka Êzîdî xwe bi rêxistin bike da ku ferman li dijî wan dubare nebin. Herwiha got, ji destpêka ragihandina Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê ve, tevayiya olan, bi taybetî Êzîdiyan cihê xwe di nava rêveberiyê de girt.”

Pişt re rapora xebata Mala Êzîdiyan ji aliyê Gulê Xezal ve hat xwendin û beşdaran nêrînên xwe par ve kirin. Herwiha behsa pirsgirêk û astengiyan kir û têkildarî çareserkirinê pêşniyarên xwe anîn ziman.

Pişt re Hevserokê Yekîtiya Êzîdiyan ya Efrînê Mistefa Nebo rêziknameya Mala Êzîdiyan xwend. Ji bo hilbijartina hevserokatiya Mala Êzîdiyan û endamên komîteyên wê hilbijartin pêk hat. Di encamê de Resûl Mûsa û Roşîn Mûsa wek hevserokên Mala Êzîdiyan ya Helebê hatin hilbijartin. Herwiha 9 endamên nû tev li komîteyên “Çand û Huner, Lihevanîn, Şêx, Ragihandin, Ciwan, Jin, Perwerde û Diravî” bûn.

ANHA