HRE li navçeya Şera li dijî dagîrkeran çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de 5 dagîrker hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku li navçeya Şera li dijî dagîrkeran çalakiyek pêk anîn û diyar kir ku çalakî ji bo bersiva êrişên dagîrkeran yên ser Goristana Şehîdan ya Efrînê pêk hatiye.
Daxuyaniya HRE wiha ye:
“24’ê Tîrmehê, di navbera gundê Meryemîn û Mereskê yên navçeya Şera de, li hemberî seyareyeke zirxî ya bi cureyê kirpî çalakiyek sabotajê hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de ev kîrpî hat roxandin. Herwiha 5 leşker hatin kuştin, 8 leşker jî birîndar bûn.
Ev çalakî ji bo bersiva kiryarên dijî mirovî yên dewleta tirkî ya dagîrker yên li Şehîdgeha Efrînê, hat lidarxistin.”
ANHA