Rojnameya Ronahî

Dewleta tirkî 2 jinên din revandin

Çavkaniyeke herêmî ji kantona Girê Spî ya dagîrkirî ragihand ku dewleta tirkî ya dagîrker ji gundewarê kantonê du jin revandin.

Çavkaniya herêmî ragihand ku istixbarata dewleta tirkî ya dagîrker bajarokê Silok û Turkman yên kantona Girê Spî dorpêç kirin û pişt re welatiya bi navê Emîne El-Hebîb (ji eşîra Tey ya Ereban) ji bajarokê Silokê, herwiha welatiya bi navê Ebîr Hisên El -Îsa (ji eşîra El-Bo Esaf) ji bajarokê Turkman ya kantonê, revandin.

Heman çavkaniyê da zanîn ku hêzên dagîrker her du jinên revandîn, birin baregeheke leşkerî ya dewleta tirkî ya li Girê Spî û heta niha jî çarenûsa wan ne diyar e.

Sûcên dagîrkeriya tirkî yên li kantona dagîrkirî bênavber didomin. Çavkaniyên herêmî eşkere kiribûn ku jinên kantonê di zindanên li kantonê de hatibûn işkencekirin.

ANHA