Rojnameya Ronahî

Li Madagaskarê xela çêbû

Ji ber ziwabûna li başûrê Madagaskarê xela çêbû û bi qasî 1 milyon mirovî bêzad û birçî mane.

Ji ber ziwabûnê herêmên li başûrê Madagaskarê ji ber birçîbûnê li alarmê didin.  Li herêmê bi qasî milyonek mirov daxwaziya alîkariya lezgîn ya mirovî dike. Gelek malbat jî şîna miriyên xwe dikin.

Saziyên ku alîkariyê digihînin herêmê jî dibêjin li hin gundan çend mirov mirov tenê mane û ew jî li hêviya mirina xwe ne.

Li gundê Ambovombe bi mehan e mirov ji ber ziwabûnê bêzad in, ti alîkarî jî ji wan re nayê kirin. Hin mirovan dest bi xwarina pêlavan û çerm kiriye.

Sedema vê rewşê guherîna avhewayê yan jî bi rengekî rast nexebitandina kanan tê nîşandan.

Ji ber ku bi salan e li herêmê şilî kêm e û ji ber bagera qomê hema hema çandinî nikare were kirin. Serokê dewletê diyar kir ku  ji bo rakirina herêma ku bi rengekî kronîk ziwa maye wê projeyên nû sazkar bikin. Lê ji sala 1896’an ve li Madagaskarê 16 caran xela çêbûye lê tê gotin xelaya niha di van 40 salên dawî de xelaya herî giran e.

ANF