Rojnameya Ronahî

“Ilim li Çînê be jî herin peyda bikin.”

 Sîpan Şînda


Îro derfetên xwendinê ewqas zêde bûne, ez welê bawer dikim ku êdî ti hêcet ji ti kesî re nemane ku bêjin derfet nînin em zarokên xwe bidin xwendin. Ji ber ku teknolojiyê îro dibistan û zanîngeh anîne di malên me de, bi saya serê teknolojiyê êdî ne malên me, berîkên me jî bûne pirtûkxane. Em li kû derê dibin bila bibin, êdî hewce nake ku em pirtûkan bi xwe re bigerînin, ji ber ku her yek ji me telefonek di dest de ye û em dikarin her tiştî di wir de qeyd bikin û bixwînin. Lê ka em berê xwe bidine rewşa xwendevanên me û armanca xwendina wan.

Bi taybetî di nava van 20 salên dawî de li bakûrê Kurdistanê rêjeya xwendayan di nava Kurdan de gelekî zêde bûye. Hingî sal bi hezaran zarokên Kurdan diçin zanîngehan û di beşên cuda de dixwînin. Çend salan ji malbata xwe dûr in û bi zehmetî xwedina xwe didomînin. Lê gelo ew wan salên xwe çawa diborînin, ya girîng ev e. Mixabin pirên wan, wan salên xwe li gorî min “vala” derbas dikin. Rast e, ew dikevin ezmûnên xwe û wan didin, dîplomeya xwe jî distînin û paşê jî li benda karekî baş dimînin. Gelo ma hema ewqas? Ango xwendina zanîngehê ji bo zarokên Kurdan tenê bûyîna xwediyê karekî ye? Li ber dilê min divê armanca xwendinê û çûna zanîngehê ne tenê peydakirina karekî baş û rihet be. Di serî de, divê armanca wan ciwanên diçin zanîngehê giyan û mejiyê xwe têrkirin be. Divê ew bi ruhekî azad û mejiyekî azad bikarin bifikirin û li ser lingê xwe bisekinin. Ango divê ew zanîngeh xwendin kesayeteke welê bide wan ew azadiya xwe, nirxên xwe û rêgezên kesayeta xwe nekin gorî “meda” xwe. Divê ji bo ku ew bibin “memûrên dewletê” kesayeta xwe binpê nekin û bikarin di warê aborî de bê ku kar ji dewletê bixwazin xwe li ser lingên xe bigirin.

Lê mixabin li Bakûrê Kurdistanê kesên ku diçin zanîngehê dixwînin, pirê wan xwe pêş ve nabin û mejiyekî bikare xwe li hemberî hêza dewletê û pêstûriya civakê bigire hema bêje dernakeve pêş. Bêguman malbatên ewqas kedê didin û zarokên xwe didin xwendin li bendê ne ku ew zarokên wan bikarin di warê aborî de xwe li ser lingên xwe bigirin. Lê divê ew ciwanên ku diçin zanîngehê dixwînin jî bikarin pêşengiyê ji malbat û derdora xwe re bikin û bi wê xwendina xwe wan ronî bikin. Lê mixabin pirê ciwanan di rewşeke welê de ne ku piştî wêqas xwendinê jî ti hizrên pêşketî bi wan re nînin, ji ber ku ew naxwînin û lêkolînan nakin. Ji ber wê piştî zanîngehê diqedînin jî ew dîsa dibin bar û piştî li ser milê malbata xwe. Li şûna ew rêbertiyê ji malbata xwe re bikin, wan bi fikrên nûjen ronî bikin, hê jî hêviyan ji malbata xwe dikin. Li gorî min ev rewşeke pir xirab e ku ciwanên me tê de ne. Jixwe ji ber vê rewşê ye ku gelek ji wan dikevin nava depresyonê. Ew ciwanên ku nikaribin pêşengiyê ji civakê re bikin, ew ciwan mirî ne. Divê ruhekî serhildêr bi ciwanan re hebe. Lê divê di serî de ji bo xwe bikarin çareseriyan peyda bikin. Ciwanê ku ne xwediyên ruh û mejiyekî afirîner be, wê ew ciwan nekaribe ti roniyê bide civakê jî. Divê armanca wan ne tenê standina dîplomeyekê û bi wê dîplomê zikê xwe têrkirin be. Armanca xwendinê ya bingehî divê mejî û giyan têrkirin be.