Rojnameya Ronahî

İlyas: Pêşketin û zanebûna jinan tunekirina zîhniyeta serweriyê ye

Yisra İlyas yek ji jinên welatparêz ên bajarê Hesekê ye, li
hemberî desthilatdariya Rêjîma Bass û zîhniyeta civaka baviksalarî  di salên 1990’î de têkoşîn û kedek mezin daye meşandin.Yisra û rê hevalên wê jiyana azad ji bo xwe hilbijartin û bûn pêşengên şoreşa Rojavayê Kurdistanê.
RONÎDA HACÎ
Bi derketina Tevgera Azadiyê û bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, di serî de jinên civaka Kurd jiyana azad ji bo xwe hilbijartin. Bêguman bi pêşketinên jinên Kurd re bandora ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan diyarker e. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê piştî xebat û kedeke mezin pêş ket. Ji bo serketina şoreşê gelek jinên pêşeng xwe fedakirin û li hember desthilatdariya Rêjîma Baas û zîhniyeta civakê li ber xwe dan. Yisra Ilyas li taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê-Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dijî, bi temenê xwe 48 salî ye û dayika 4 zaroka ye. Yisra di salên 1990’î de di nava karê ciwana cih digirt û bi şoreşê re di Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk a Bajarê Hesekê rola xwe lîst. Yisra ji me re behsa rojên têkoşnê yên beriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê û domandina wê heya roja îro, kir.
Gavên despêkê yên têkoşînê 
Yisra da zanîn ku wê di nava malbateke welatparêz de zarokatiya xwe derbas kir, bi naskirina bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan re ew tevlî xebatê bû û wiha domand: ”Ez di nava malbateke welatparêz  de mezin bûm, xwîşka min tevlî nava refên Tevgera Azadiyê bû,  ji wê demê de min bîrdoziya Rêber Apo nas kir û tevlî xebatê bûm.  Bi naskirina bîrdoziya azadiyê re hêviyeke mezin di dilê min de vejîn bû ku dê jin rojekê ji koletiyê xelas bibe û bi îradeya xwe bikaribe civakek azad bide avakirin. Jinên Kurd erkên mezin girtin ser milê xwe û li hemberî êşkence, desthilatdariya Rêjîma Baas’ê û hişmendiya baviksalarî gavên mezin avêtin.  Me baş dizanîbû ku barê me giran e ji ber ku despêkê me şerê zîhniyetê kir, zîhniyeta ku jin biçûk xistiye.”
 Girtina di zindanên Rêjîma Baas de
Yisra bal kişand ser kar û xebatên ku di salên 1990’î de dida meşandin û wiha ev yek anî ziman: ”Ji bo ku em bikaribin rêxistina xwe xurt bikin, pêwîstbû  despêkê em aboriya xwe xurt bikin.  Em wekî jinên ciwan diçûn palehiya nîsk, nok, pembû û genim, sûdên wê jî ji bo xurtkirina vê rêxistinê bû. Êvarê jî bi dizî me di malên dostan de civînên xwe çêdikirn. Pirtûkên Rêber Apo ji mere dihatin, me dixwendin û zanista xwe li pêş dixist. Her ku kar û xebat bêtir dihat meşandin, zexta rêjîmê zêdetir dibû, rêjîm bi tirs bû ku bîrdoziya Rêber Apo a ku banga wekheviya gelan dike belav bibe, ji ber ku weke xeterî li ser bercewendiyên xwe didîtin. Rojekê ez çûm bajarê şamê û di rêka vegerê de leşkerên rêjîm min dane seknadin, gumanên wan hebû ku ez alîkariya Tevgera Azadiyê dikim bi taybet ji ber ez jineke kurd bûm.  Wê demê çend hevalên me jî hatibûn girtin, lê tu îsbata wan li ser min tune bû. Di wê demê de jinek ger ji aliyê rêjîmê ve were girtin û di zîndanê de bimîne di nava civakê de pir şerim bû. Ez rastî gelek zehmetiyan hatim, lê her ku diçû hezkirin û xurtkirina rêxistinê di dilê min de geş dibû.”
‘Guhertina pergala desthilatdar ne di rojekê de wê pêk were’
Yisra got ku bi ked û îredeya jinên Kurd Şoreşa Rojavayê Kurdistanê derket, lewma jî jinan pêşengtiya wê kir. têkildarî vê mijarê ev tişt got: “Jin tu caran ji berpirsyartiyê dûr nakevin, li kîjan qadê be wê hebûna wê hebe. Di hemû qadên jiyanê de lehngiya wê ber bi çav e. Beriya şoreşê hêza mêran tune bû ku li hember zexta rêjîmê kar û xebat weke jinan bikin, lê jinan bi îradeya xwe bû pêşenga  vê şoreşê, lewma şoreşa Rojava bi şoreşa jin hate pênasekirin. Bêgûman şoreş ne karê rojekê ye, ji bo guhartina vê zîhniyetê gelek berdêl têne xwestin. Ji xwe êrîşên herî dawî yên li dijî jinên pêşeng pêk tên nîşaneya wê ye. Dijminê jinê baş dizane ku pêşketina jinê tunekirina zîhniyeta wan a serwer e.”
Şoreşa jin bû hêviya hemû jinên cîhanê ‘
Yisra serkeftin û hêviyên jinan bi şoreşê re bi bîr xist û wiha pêde çû: ”Şoreşa Rojavayê Kurdistanê li peyî wê berxwedanî û fedekariyeke mezin hebû, îro bi saya jinên fedekar ev şoreş hate li dar xistin û gelek deskeftiyên pîroz hatine bi dest xistin.  Bi serfirazî zarokên me xewin û xeyalên me pêk tînin û hînî zimanê dayikê dibin. Gelek sazî û dezgeh ji bo derxistina rastiya vê şoreşê hatine avakirin,  ez weke jinekê ji bo xwedî li nirxê şoreşê derkevim bi vî temenê xwe û heya dawî jî ez ê kar bikim .Gerek her kes di giraniya vê yekê be û xwedî li nirxê şoreşê derkeve . Bi despêkirina şoreşê re bendavên koletî û bêdengiyê hatin şikandin, gel bi hemû netewên xwe li dijî pergala yek alî serî hilda û banga azadiyê kirin. Şoreşa jin bû hêviya hemû jinên cîhanê.”
‘Li dijî nirxên şoreşê siyasetên qirêj tên meşandin’
Yisra bi van gotinan bi daî kir: ”Bi vê şoreşê re her kes gihîşte wê baweriyê ku bi jina azad jiyaneke azad tê avakirin. Bi teybet piştî ku hêza parastina Jin (YPJ), Rêxistina Kongreya Star û malên jin hatin avakirin. Dixwazin bi riya jinan derbeyekê li nirxên şoreşê û rêxistina jinê bixin, lewma Jin tê hedefgirtin. Li aliyekî din dagirkerî û qutkirina avê li ser gelê Bakûr û Rojhilat Sûriyeyê berdewame. Banga me ew e ku gelê me di têkoşîna xwe de dewam bike û destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin.”
JINHA
kitty core gangbang LetMeJerk tracer 3d porn jessica collins hot LetMeJerk katie cummings joi simply mindy walkthrough LetMeJerk german streets porn pornvideoshub LetMeJerk backroom casting couch lilly deutsche granny sau LetMeJerk latex lucy anal yudi pineda nackt LetMeJerk xshare con nicki minaj hentai LetMeJerk android 21 r34 hentaihaen LetMeJerk emily ratajkowski sex scene milapro1 LetMeJerk emy coligado nude isabella stuffer31 LetMeJerk widowmaker cosplay porn uncharted elena porn LetMeJerk sadkitcat nudes gay torrent ru LetMeJerk titless teen arlena afrodita LetMeJerk kether donohue nude sissy incest LetMeJerk jiggly girls league of legends leeanna vamp nude LetMeJerk fire emblem lucina nackt jessica nigri ass LetMeJerk sasha grey biqle