Hediya HISÊN/Qamişlo
Şehîd Adil jî weke hevriyên xwe yên leheng, bi biryardarî û tekoşîna xwe di dêlê dayîk û gelê xwe de bawariaya serkeftina azadiyê şîn kir.
Berxwedana gelê kurd ji bo mirovayiyê berxwedaneke dîrokî ye. Vîna vî gelê berxwedêr, dayîkên şoreşger û welatparêz bi saya fedakarî û cesereta gerîlayan, çeteyên DAIŞ’ê ku hêzên cîhanê yên herî mezin jê ditirsiyan têk birin. Vê berxwedan û vînê teqez kir ku ti hêz nikarin têkoşîna azadiyê ya bi pergala Rêber Apo hatî avakirin bişkîne.
Di her mala walatparêz de şoreşgerek
Şehîd Adil sala 1973yan li bajarê Qamişlo ji dayîk dibe. Di nava malbat û civakê de mirovekî germ, xêrxwaz û rûgeş tê naskirin. Di nava 9 zarokan de ew yê 5an e. Ji ber ku xalê wî û dayîka wî xebatkarên PKK’ê ne gerîla rojane li mala wan in û mala wan mala gelîrayan tê naskirin. Ji ber wê şehîd Adil dikev binê bandora şoreşgerên azadiyê û di temenekî piçuk de lêgerîna azadiyê di dilê wî de dest pê dike û dipêje dayîka xwe ‘ezê jî bibim gerîla.’ Adil heta refa 7an dixwîne, pişt re dest bi karê hesinkariyê dike.
Dayîka Ş. Adil Terfa Mûsa bi hestiyarî behsa Adil dike û li ser kar û xabata xwe di nava tevgera azdiyê de wiha dibêje: “Mala min bi navê mala gerîleyan dihat naskirin. Çimkî mala min cihê civîna, birîndar û gerîlayan bû. Ez bi navê dayîka aştiyê dihatim naskirin. Ji ber wê rejima Be´esê, her dem bi ser mala me da digirt. Dema Adil ev zilm didît, pir bibandor dibû. Xwestekeke min hebû ku zarokek ji zarokên min tevlî tevgerê bibe û Adil bi gêrêdana xwe ya hevalên gerîla xwesteka min pêk anî.”
Sala 1991ê Adil tevlî Partiya Karkerê Kurdistan (PKK’ê) bû. Sala 1992an çû Lubnanê û li qada Rêber Apo di Akademiya Mahsum Korkmaz şeş heyvan perverde dît. Sala 1993yan jî derbasî çiyayên azad bû.
Dayîka Terfa li ser vegera Adil ya ji Lubnanê wiha Axivî: “Dema Adil ji Lubnanê vegeriya, gelek guhertin û pêşketin di kesayeta wî de çêbûbûn. Ji min re got, “yadê ezê derbasî çiya bibim eger rojekê min tu aciz kiribî, li min bibore û ji min û hevalan re dua bike”. Min jê re got kurê min oxira te ya xêrê be û ez bi hêvî me tu li gorî navê gerîlayan bî. ‘
Dayîka Terfa da zanîn ku Adil bi tevlîbûna xwe, pir bibiryar bû û bawariya serkeftinê dida derdorên xwe jî.
Berî ku Adil derbasî çiya bibe malbata wî jê re şahiyekê li dar dixe. Piştî ku Adil derbasî çiya dibe nameyekê ji malbatê re dişîne. Di nameyê de wiha dibêje: “Ez kêfxweş im ku tevlî bûme û niha li çîyayê azad im. Rewşa min jî pir baş e.” Bi nameya xwe re jî wêneyekî xwe yê bi cilûbergên gerîlayan dişîne.
‘Em doza Şehîd Adil bernadin’
Adil demekê li çiya rêzantiyê dike. Sala 1995’an dema ew û du hevalên xwe diçin pêşiya komeke havalên xwe, dikevin kemîna leşkerên dewleta tirkî ya dagîrker. Li wir Adil şehîd dibe, her du hevalên wî xilas dibin. Piştî şehîdbûna Adil hevalên wî li gundê Girê Sor ji bo tolhildana wî li dijî leşkerên dewleta tirkî çalakiyekê dikin û di çalakiyê de bi dehan dagîrker tên kuştin.
Dayîka Ş. Adil derheqê şehîdbûna kurê xwe wiha got: “Şehîdbûna kurê min ji bo min serbilindî ye. Ji bo gelê xwe şerê azadiyê kir û di riya azadiyê de şehîd bû. Ew şehîdê Kurdistanê ye. Ew Şehîdê rûmetê ye. Dema şehîdbûna wî hat ragihandin min soz da ku heta dilopek xwîna xweya dawî li dû şopa wî bim. Nêviyekî min çêbû, min navê wî kir Adil. Nêviyê min jî li dû şopa mamê xwe ye û çeka wî rakir. Niha jî di nava hêzên komando de cih digire û ew jî wek mamê xwe têkoşina azadiyê dike.”