Tekoşera Azadiyê Zeyneb Kinaci (Zîlan) ku pêş 22 salan li hemberî zulma dewleta Tirk û komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyeke fedayî li dijî artêşa Tirk lidar xistibû, ji aliyê sedan şêniyên herêma Cizîrê ve hate bîranînMerasîmê bîranînê li hola Beylesan a navçeya Amûdê ji aliyê Kongra Star û Yekîtiya Jinên Ciwan ve hate organîzekirin. Bi sedan şêniyên herêma Cizîrê beşdarî merasîmê bûn.Endama rêveber a Kogra Star Mizgîn Ehmed axivî û got: “Şehîd Zîlan ji bo azadiya hemû jin û gelên bindest û li hember kiryarên dagirkeriya Tirk li dijî gelê Kurd e çalakiya fedayî kir”.Mizgîn destnîşan kir ku, ji bo avakirina welatekî azad pêwîstî bi fedakariyê heye û wiha axivî, “Berxwedan û fedakarî heye roja me ya îro berdewam e. Şehîd Avesta li ser rêya şehîd Zîlan meşiya û canê xwe kir agir û di nav dagirkerên Tirk û çeteyên wê de xwe teqand”.Endama rêveber a Yekîtiya Jinên Ciwan Jînda Qamişlo jî axîvî û diyar kir ku têkoşer Zîlan bi çalakiya xwe ya fedaîyane komploya ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vala derxist û bû sembola jinên azadiyê.






