Rojnameya Ronahî

‘Şitlên Îro, Darên Sibe’

Hediya HISÊN/Qamişlo

Pêşbirka duduyan ya Nivîskarên paşrojê ya zarokan ev 2 sal in dibe hêviya zarokan û piştgiriyek ji zimanê kurdî re. Herwiha zarok ji her bajarê herêma Cizîrê tevlî pêşbirkê dibin û bi kêfxweşî pêşwazî dikin.

Bi durişma ‘Şitlên Îro, Darê Sibe’ Desteya Çandê ya herêma Cizîrê pêşbirka duduyan ya Nivîskarên Paşrojê ya zarokan li dar dixe. Pêşbirk li ser asta herêma Cizîrê ye û bi du beşan li dar dikeve. Beşdarbûna pêşbirkê bi zimanê kurdî û erebî ye.

Beşa yekê zarokên nivîskar yên temenê wan di navbera 10-14an de ye.

Beşa duduyan zarokên nivîskar yên temenê wan di navbera 15-18an de ye.

Herwiha şert û mercên tevlîbûna pêşbirkê wiha bû:

  1. Tomarkirina navan û hilbijartina pirtûkan ji 15 heta 25ê Hezîranê pêk tê.
  2. Di qonaxa yekê de ji bo xwendina pirtûkên ku hatine hilbijartin ji bo beşa yekê 10 roj û ji bo beşa duduyan 15 roj derfet tê dayîn.
  3. Ezmûna yekê ji bo beşa yekê di 4ê Tîrmehê de û ji bo beşa duduyan jî di 10ê Tîrmehê de dest pê dike.
  4. Kurtkirina pirtûkê ji bo beşa yekê divê ne zêdetirî 500 gotinî be û ji bo beşa duduyan divê ne zêdaetirî 750 gotinî be.
  5. Di qonaxa duduyan de hevdîtin bi komîteyê re ji bo beşa yekê di 15ê Tîrmehê de û ji bo beşa duduyan jî di 17ê Tîrmehê de dest pê dike.
  6. Di qonaxa sisiyan de zarok nivîsên wêjeyî yê resen, gotar û helbestan pêşkêşî komîteyê dikin û ev qonax 27ê Tîrmehî tê li dar xistin.
  7. Belavkirina xelatan di 7ê Tebaxê de pêk tê.

‘Armanca pêşbirkê pêşxistina xwendina zarokan e’

Derbarê mijarê de hevseroka Desteya Çandê ya herêma Cizîrê Rewda Hesen wiha axivî: “Ev sala duduyan e em pêşbirekên wiha li dar dixin. Armanca me jê ku zarokên me bi xwendinê dema xwe ya vala derbas bikin û berê xwe nedin telîfon û internêtê. Sala çûyî di dema belavbûna koronavîrûs de ev mijar ket bala me. Bi taybetî di wê demê de zarok li malê diman dema xwe li ser telîfonê derbas dikirin. Ji ber wê me dît ku pêwîstiya zarokan bi pêşbirkeke wiha heye, bi taybet jî me dixwest em çanda xwendinê di mejiyê zarokên me yên Rojava de biafirînin.

Rewda da zanin ku li gorî komîteya nirxandinê îsal zarokên pir jîr û jêhatî tevlî pêşberkê bûne. Bi taybet di aliyê zimanê kurdî de pênûseke xurt heye û got, zarokên me paşroja me ne, ji ber wê me xwest em li wan xwedî derkevin.

Konaxên pêşbirkê

Di konaxa yekê de, komîteya nirxandinê li her bajarî ji bejarên herêma Cizêrê bi zarokên ku tevlî bûne kom dibin. Pirtûka ku zarokê hilbijartiye ji komîteyê re şîrove dike. Herwiha pirsên wek çima ev pirtûk hilbijartiye û armanc jê çi ye ji zarokan tê pirskirin.

Di qonaxa duduyan de jî, çi agahiyên ku zarokê ji pirtûkê girtiye dinivîse û komîte dinirxîne. Zarokên jîr derbasî qonaxa sisiyan dibin.

Di qonaxa sisiyan de zarok jî, ji sibehan heta êvarê li cihê komîteya nirxandinê dimînin. Nivîskarên binavûdeng bi wan re rûdinin û wan fêrî nivîsandina kurteçîrok, helbest û gotaran dikin. Her zarok berhemekê ji berhemên xwe pêşkêş dike.

‘Ji bo nifşê nû emê kar û xebata xwe xurd bikin’

Rewda Hesen bîr anî ku di 7ê Tebaxê de wê pêşbirk bi dawî bibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Zarokên di beşa yekê de bi ser bikevin wê 6 zarok bin, 3 bi zimanê kurdî û 3ê bi zimanê erebî. Zarokên beşa duduyan jî wê wiha bin. Berhemên zarokên bi ser ketine di pirtûkekê de em kom dikin û çap dikin. Cihê serbilindiyê ye ku zarokên piçûk berhemên wan tên çapkirin û imzekirin. Dema em zarokan dibînin çawa bi zimanê kurdî dinivîsin û dixwînin em kêfxweş dibin û moral didin me ku em li wan xwedî derkevin û pêşbirkên wiha berdewam bikin. Emê kar û xebatê bikin da ku nifşê me yê nû hê pirtir li zimanê xwe xwedî derkeve. Herwiha ez spasiya Komîteya nirxandinê ya komîteya wêjeyî ya herêma Cizîrê dikim.”