Rojnameya Ronahî

Festîvala Govendê ya Şehîd Ronahî Bawer

Festîvala Govendê ya Şehîd Ronahî Bawer ku ji sala 2019’an ve ji ber êrîşan nehatibû kirin, wê di navbera 29-31’ê Tîrmehê de li bajarê Hesekê bê lidarxistin.

Komîteya Amadekariya Festîvalê diyar kir ku tevî êrîşan jî wê festîvalê li dar bixin û  got, em bang li gelê xwe dikin ku tevî êrîşan jî govendê bigerînin.

Festîvala Govendê ya Şehîd Ronahî Bawer ku destpêkê sala 2015’an hat lidarxistin, vê carê ya 5an wê 29’ê Tîrmehê li Navenda Çandê ya Serdem ya Hesekê destpê bike. Festîval, ku wê tê de lîstikên çandî yên gelên bakur û rojhilatê Sûriyê bên lîstin, wê bi komên govendê bi meşa li bajêr dest pê bike.

Di festîvalê de ku wê 3 rojan dom bike, wê 20 komên govendê yên ji Şehba heta Dêrikê ji gelê Kurd, Ereb, Suryan, Çerkez, Tirkmen û gelên din cih bigirin. Herwiha wê komên mûzîkê jî derkevin ser dikê, hunera xwe pêşkêş bikin.

Komîteya Amadekar ya Festîvalê li ser mijarê wiha axivî: “Ji ber êrîşên dagîrkeriyê yên ji sala 2019’an ve dom dikin, me nikarî festîvalê pêk bînin. Lê îsal tevî êrîşan jî emê festîvala xwe li dar bixin. Ji ber wê em bang li gelê xwe dikin ku tevî êrişan werin govendê bigerînin.”