Hunermend Jan Axîn ê ku bi tarzê rockê ya kurdî û carna bi stranên klasîk ên kurdî distrê diyar kir ku guhdariya muzîkê kir ku muzîkjenî li wî peyda bibe û ew di bin bandora hunermendên kurd ên klasîk de maye û wan hunermendan wek awêneya muzîka kurdî pênase kir. Axîn diyar kir ku ew piştî demek dirêj bi berhema xwe ya “Zerîba” li pêşberî hezkiriyên muzîka kurdî ye, lê çanda populîzmê nahêle muzîka kurdî li pêş bikeve.Hunermendê muzîka rockê ya kurdî Jan Axîn ku carna stranên klasîk jî distirê, bi albûmek nû derket pêşberî hezkiriyên xwe ango muzîkhezan. Hunermend Axîn piştî albûmên “Bajar” û “Evînên Şikestî” demek dirêj şûn ve albûma “Zerîba” derxist. Berhema Axîn xwerû ji kurdî pêk tê û bi gotina wî naveroka stranên wî her tim mirovan ber bi rê ve dibin. Hunermend axîn hunermendên klasîkî yên kurd bi bîr anî û got, “Hunermend Miradê Kinê, Miheme Arîfê Cîzrawî, Mihemed Şêxo, Ayşe Şan, Meryem Xan û yên din îro bingehek mezin ji me re ava kirin e û awêneya muzîka kurdî ne. Hunermendên mîna Miradê Kinê, Miheme Arifê Cîzrawî, Tahsîn Taha, Mihemed Şêxo, Ayşe Şan, Meryem Xan û gelek hunermendên îro xurtbûyîna me û bingeha me ne. Ez di bin bandora wan de mam e. Bi taybetî dikarim hinekî li ser Miradê Kinê (Miradko) bisekinim. Mirovekî gelek serbest e. Dikare bi awayek jixweberî stranek çêke û lê bide û bêje. Xwedî taybetmendiyek mezintirîn e. Mînak divê ku her kes “Xezal xezal” ji Miheme Arîfê Cizrawî guhdar bike. Kes nikare wek wî bêje. Îro dema em çi çaxê behsa muzîka kurdî ya klasîk bikin, em neçarin navê van hunermendên hêja bînin ziman. Ji wan kevintirîn jî hene. Em dikarin heta Evdalê Zeynikê jî biçin. Lê wê komê îro bingehek mezin ji me re ava kirin e û awêneya muzîka kurdî ne. Min muzîka kurdî bi wan nas kir. Heke îro bingehek min hebe, ew bingeh ji wan tê. Em jî li ser rê û rêça wan diçin. Ez muzîkek rockê ango ewropî çêdikim lê bes, ez nikarim ji wî ruhê muzîka kurdî ya klasîk dûr bikevim. Ez pê ve girêdayî me.
Muzîk hunerek wisa ye ku sînema, şano û hemû beşên din ên hunerê pê ve girêdayî ne. Wek ku nivîskarê Fransî Marcel Proust dibêje “Hemû huner dixwazin bigîhîjin heybeta muzîkê.” Ji ber ku heybeta muzîkê gelekî girîng û bandor e. Çanda populîzmê civakê xistiye bin bandora xwe. Populîzm hunermendên civaka kurd bê qîmet dike. Di vê mijarê de lazim e em bi rihek netewî li hunera xwe derkevin. Ji sedî yek ku rihê muzîka kurdî bi wan re hebe, ew ê li muzîka kurdî guhdar bike û jê hez bike. Di vê mijarê de ji muzîka kurdî rev tune ye. Lê bes, ez dikarim bêjim civak, kom û komeleyên me jî îro ji bo tevahî hunera kurdî eleqedarbûna wan têr nabînim. Însan bi çanda populîzmê hatine têgihiştin û her tim berê xwe didin wî/wê kesên ku populer bûne. Lê dawiya populerbûnê nîne. Çanda populîzmê civakê xistiye bin bandora xwe. Populîzm hunermendên civaka kurd bê qîmet dike. Di vê mijarê de lazim e em bi rihek netewî li hunera xwe derkevin. Heger stran û muzîka kurdî tunebûna, dibe ku îro zimanê kurdî negihişta vê merheleyê. Bandor û hêza muzîka kurdî gelek piştevaniya zimanê kurdî dike. Heger muzîka kurdî tunebûya, ji aliyê ziman û wêjeyê ve dê qelsî derketa holê.”…MA






